Berteka li dijî girtinan: Bersiva herî xurt em ê li ser sindoqan bidin

  • 15:13 27 Gulan 2023
  • Rojane
 
 
MÊRSÎN - Rêxistinên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê yên Bajêr ku girtina 7 kesan a li Mêrsînê şermezar kirin, anîn ziman ku wê di hilbijartina sibê de bi dayîna dengan bersivê bidin operasyonên siyasî yên hatin kirin. 
 
Bi çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê di 23’yê Gulanê de daye destpêkirin bi hinceta ji girtiyan re bi ser Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) re pere şandine navenda wê Mêrsîn li 5 bajaran bi ser malan de hate girtin û 28 kes hatin binçavkirin. Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kadrî Ezel, Cengîz Dere, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Yenîşehîrê yê Berê Emrah Denîz, Azad Taş ê ji sedî 85 astengdar, endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Mêrsînê Mazlum Gok endamê MYK’a Partiya Çep a Kesk Mehmet Halîs Saykan û endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê yê Mêrsînê Ozkan Yalçin hatin girtin. Rêveberên Partiya Çep a Kesk û HDP’ê yên Mêrsînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê girtina 7 kesan şermezar kirin.
 
Parlamenterên Partiya Çep a Kesk ên Mêrsînê Alî Bozan û Perîhan Koca û gelek kes tev li daxuyaniya li ber avahiya HDP’a Mêrsînê hate lidarxistin bûn. Di daxuyaniya ku pankarta “Zext û binçavkirin nikarin me çavtirsandî bikin” hate vekirin de girseyê her tim dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê qezenc bikin” berz kirin. 
 
‘Em dibin hedefa êrişan’ 
 
Hevserokê HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz ê di daxuyaniyê de axivî, anî ziman ku binçavkirinên bêhiqûqî yên li dijî partiya wan wê pûç bikin. Hoşyar, diyar kir ku sedemê bingehîn ê hemû krîzên aborî, siyasî, civakî û çandî yên li Tirkiyeyê desthilata AKP û MHP’ê ye û wiha got: “Têkoşîna me ya bi biryar di siyaseta desthilatê de şikestinên mezin çêkir, xwebawerî hilweşand û planên ji bo diyarkirina pêşerojê amade kiribû xera kir. Ji ber vê yekê em dibin hedefa êrişan û rastî binçavkirin û girtinan tên. Ji ber ku em astengiya herî mezin a li pêşiya mayîndekirina rejîma otorîter, yekperest, kedxwar û mêtînger in.”
 
‘Bersiva herî xurt em ê li ser sindoqan bidin’ 
 
Hoşyar, diyar kir ku wê dest ji têkoşîna Komara Demokratîk bernedin û wiha berdewam kir: “Ji bo ku em armancên xwe yên siyasî pêk bînin û dawiyê li rejîma yek zilamî bînin em ê bi awayekî herî xurt têkoşîna xwe bidomînin. Em ê di hilbijartina sibehê de bi tevlibûneke xurt dengên xwe bidin û bersiva herî xurt em ê li ser sindoqan bidin.”
 
Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan jî anî ziman ku desthilata AKP û MHP’ê daraz kiriye amûra lîstikên xwe yên siyasî û wiha got: “Her 7 hevalên me yên hatin girtin bi armanca mudaxilekirina hilbijartinên sibehê bên kirin hatin girtin. Tevî van girtinan jî em li vir in û em ê xebatên xwe bidomînin.”