Iraqê nehişt şandeya Îtalî serdana Wargeha Mexmûrê bike

  • 15:04 27 Gulan 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeye Îtalî ku dixwest di çarçoveya alîkarîdayîna ji bo jin û zarokan, taybet jî ji bo beşa tenduristiyê ya wargeh penaberan, serdana Mexmûrê bike, ji aliyê Iraqê ve hate astengkirin. Şande li seytereyê rastî muameleya xirab hat.
 
Şandeyek Îtalî ya ji rewşenbîr, aktîvîstên mafên mirovan, rojnamevan, nivîskar û bijîşkan pêk di hat, di çarçoveya projeyên xwe yên ji bo alîkariyê, her sal serdana Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), Şengal û gelek cihên din dike.
 
Di vê çarçoveyê de şandeyê xwest îro jî serdana Wargeha Penaberan a Mexmûrê bike. Şandeya Îtalî bi taybet di warê tenduristiyê de alîkariyê dide wargeha penaberan, vê carê jî xwestin di vê çarçoveyê de serdana wargehê bikin.
 
Li gorî agahiyên ji nava şandeyê hatine wergirtin, beriya ku Artêşa Iraqê hewl bide derdora wargehê têl bikin, şandeyê plan kiribû ku serdana Mexmûrê bikin. Li gorî agahiyan şandeyê dema dixwest berê xwe bide Mexmûrê, li seytereya Hacî Elî ya ser bi navçeya Geyare ya ser bi Mûsilê hatin rawestandin û demek dirêj li wir disekinînin.
 
Li gorî agahiyan şande ji wir dibin ser rêya Musil û Bexdayê demek dirêj liwir jî di bin muameleya xirab te têne rawestandin. Heman çavkaniyê ragihand ku piştî demek dirêj wesayîtek leşkerî ya Iraqê şandeyê dibe Bexdayê.
 
Li gorî agahiyên hatine stendin şande niha li Bexdayê ye û serî li sefaretxaneya Îtalya ya li Bexdayê dane. Endamên şandeyê yên ku agahî dane, diyar kirine ku ew vê nêzîkatiya Iraqê qebûl nakin, ew saziyek xêrxwaziyê ne û ji bo vê jî ew ê serî li hemû aliyên peywendîdar bidin.