29 sal in li kiryarên xizmên xwe digerin

  • 13:53 27 Gulan 2023
  • Rojane
 
 
AMED – Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan, di çalakiya hefteya 746’emîn de 29 sal berê Selîm Orhanm, Hasan Orhan û Cezayîr Orhan ên ku li navçeya Pasûrê hatin windakirin, li aqûbeta wan pirsîn.
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 746’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li ber Peykerê Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta wêneyên windayan û yên hatine qetilkirin, hat vekirin. Vê hefteyê li aqûbeta Selîm Orhan, Hasan Orhan û Cezayîr Orhan ên ku di 24’ê Gulana 1994’an de li çoltera Dereboyu ya gundê Çaglayan a navçeya Pasûr a Amedê ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û windakirin piştre agahî ji wan nehat girtin, hat pirsîn.
 
‘Em ê têkoşîna xwe ya demokratîk bimeşînin’
 
Di destpêkê de Serokê Şaxa ÎHD’ê yê Amedê Abdullah Zeytûn axivî. Abdullah, anî ziman ku li Tirkiyeyê tundiya dewletê pêk hatiye, ew vê yekê dibînin û li pişt xwe dihêlin. Abdullah, destnîşanê hilbijartina serokkomarîyê ku wê sibehê pêk were kir û wiha got: “Em hêvî dikin ku sibehê biryarek demokratîk pêk were. Wek parastvanê mafên mirovan ji bo guhertina pergala hiqûqê ya ku tundiya dewletê diparêze em ê sibehê li ser sindoqan bin.” Abdullah, bi lêv kir ku Mirovên Şemiyê îtîrazên xwe hem li vê qadê û hem jî li Qada Galatasarayê tînin ziman û wiha axivî: “Mixabin ku Qada Galatasarayê bû qada zextan. Dayikên ku li wir çalakiya xwe li dar dixin rastî êrîşên hêzên dewletê tên. Eleqeya vê yekê bi hiqûqê tune ye û biryarên qanûnê nayên pêkanîn. Zext ne bi tenê di qada demokratîk de tê jiyîn, her wiha bi tevî duh a biryara dadgehê ve tundiya dewletê di darazê de jî berdewam dike.” Abdullah, destnîşanê kiryarên ku ji doza JÎTEM’ê ya Enqereyê beraat kirin û wiha pê de çû “Ligel rapor û delîlan jî kiryar beraat kirin. Ev jî tê wê wateyê ku tundiya wê demê diparêzin, dimeşînin û peyamek ji vê rojê re tê dayîn. Ev ji bo hilbijartinên sibê bandorek netewperestî ye. Divê biryar ne ev yek bûya. Ev biryarek polîtîk e. Li dijî vê yekê em ê formûlên nû bibînin. Em ê têkoşîna xwe ya demokratîk bimeşînin.”
 
‘Ji aliye hêzên tarî ve hatin windakirin’
 
Piştre xizmê windayan Adnan Orhan axivî û wî jî behsa çîroka windakirina xizmên xwe kir û got hemû lêgerînên wan bê encam mane. Adnan, bi lêv kir ku hestiyên bav û apê wî di goristanek komî de bi tevî 6 kesên din komî hatine definkirin û wiha li ser zêde kir: “Li herêmê gelek kes hatin windakirin û lêgerîn ji bo wan hatin kirin. Me got parçeyek hestiyên wan bin jî em dixwazin. Ev bi salan in hestiyên bav, ap û 6 kesên din di gorekê de tên girtin. Em wek xizmên girtiyan li aqûbeta wan dipirsin. Heta îro gelek dosye nehatin vekirin û ser hatin girtin. Darazê bi awayekî bi wîcdan tev negeriyan. Duh gelek kiryaran beraat kirin. Divê daraz tişta pêwîst çiye wê bike, ceza bike. Me tu carî ji pirskirina xizmên xwe gavek paşve neavêt û em ê nevêjin. Biryara ku di doza JÎTEM’ê ya Enqereyê de hat dayîn jî biryarek siyasî ye.”
 
Piştre Nûnerê Herêmê ya ÎHD’ê Tahîr Saçakli, çîroka Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan xwend.
 
 3 kes tên windakirin
 
Tahîr, anî ziman ku leşkerên girêdayî Liwa ya qumando ya Boluyê di 6’ê Gulana 1994'an de diavêjin ser çoltera Dereboyu û ji melê gund re dibêjin ku bangewaziya gundiyan bike da werin û li  pêşiya mizgeftê bicivin. Tahîr,  da zanîn ku leşker ji gundiyan re dibêjin dê gund were şewitandin û teqez alavên xwe ji malên xwe bigirin û got beriya gundewar alavên xwe bigirin leşkeran dest bi şewitandina gund kirine.
 
Bi salan li windayan geriyane
 
Tahîr, di berdewamiyê de wiha got: “Di 24’ê Gulana 1994’an de leşker dîsa diavêjin ser gund û welatiyê bi navê Selim ê 46 salî, Hesen ê 40 salî û Cezayir ê 17 salî digirin û bi xwe re dibin. Her çiqas malbat bi pirsa ‘hûn wî dibin ku derê’ bertekê nîşan bidin jî bi bersiva ‘ew dê ji me re rêbertî bikin, dawiyê em dê wan berdin, lome nekin’ wan didin sekinandin. Welatiyê bi navê Salih Orhan rojek piştre ji ber ku xizmên wî nehatine berdan diçe Fermandariya Cendirmeyê ya Zeyrekê û pirsa birayê xwe Selim, Hesen û biraziyê xwe Cezayir Orhan dike. Fermandariya Cendirmeyê ya Zeyrekê  Ahmet POTAŞ radigihîne ku ev kes birine navçeya Pasûrê. Orhan vêcarê jî berê xwe dide fermandariya Pasûrê. Fermandarê Cendirmeyê yê Pasûrê Ali Ergulmez radigihîne ku derbarê van kesan de tu agahiya wan nîne. Salih Orhan ê ku ji hemû leşkergehên herêmê bêbersiv û destevala vedigere serî li serdozgeriya Pasûrê, dadgeha ewlehiya Amedê, wezaretên dadê û karên hundirîn dide. Selim Orhan derbarê buyerê de li gel dozgerê ewlehiya Amedê Mustafa Atagun de ifade dide. Dozger li ser gotinên Salih Orhan hêrs dibe û bertekê nîşan dide ku ‘çawa ew tewanbariya dewletê dike ku û dibêje wenda ji hêla peywirdarê dewletê ve hatine wendakirin.’
 
Her çiqas rayedarên dewletê di derheqê wendayan de berpirsiyariyê nepejirîne jî li gor şahidan Selim, Hesen û Cezayîr ê ku hatibûn binçavkirin pêşî li leşkergeha Serîk ê, piştre li leşkergeha Cendirmeyê ya Licê û dawî jî li dibistana şevinî ya Licê ku hin beşên wê wek îşkencexane dihatin bi kar anîn, hatibûn dîtin. Lê tevî vê yeke jî serdozgeriya Pasûr ê di 8’ê Pûşpera 1994’an de bi hinceta ku di tu qeydiyên binçavkirinê de welatiyên bi navê Selim, Hesen û Cezayir Orha kes tuneye hewcehî bi doz vekirinê nabîne û lêpirsîn bi dawî dike. Malbata Orhan ê ku hemû gavên wan bêbersiv û bêencam dimîne bi alîkariya parêzgerên Komeleya Mafên Mirovan şaxa Amedê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa yê dide. Di 6'ê Sermawêza 2002’yan de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa, dewleta Tirkiyeyê bi hinceta wendakirina Selim, Hesen û Cezayir Orhan de sucdar dibîne û biryara tazmînatê dide.
 
8 cenaze di gorekê de hatine definkirin
 
Salek piştre di 2003’yan de hestiyên Selim û Hesen Orhan nêzî gundeki girêdayî Pasûrê, di goristaneke komî de tên dîtin. Lê ji Cezayirê 17 salî tu agahî nayê standin. Saziya Tipa Adlî ya Stanbolê di 16’ê Tîrmeha 2004’an de, piştî tespîtkirina nasnameyan hestiyê Selim û Hesen Orhan bi rêya posteyê ji dozgeriya Pasûrê re dişine. Malbata Orhan ku dixwaze miriyên xwe veşêre, hestiyên hatine ji dozgeriya Pasûrê dixwaze. Lê dozgerî radigihîne kû hestî wenda bûne. Malbat û Komeleya Mafên Mirovan piştî 6 mehên din agahî digire kû hestiyên Selim û Hesen, tevî 6 kesên ji heman gora komî de hatibûn derxistin dîsa bi awayekî komî li goristana bênasnameyan hatine veşartin. Ji bo kiryar werin dîtin û bên darizandin her çiqas serî li dozgeriyê hatibe xistin jî lêpirsînek bi bandor û rasteqîn nehatiye meşandin û doz ji ber dembihorînê hatiye girtin.”
 
Daxuyanî bi deqeyek çalakiya rûniştinê  bi dawî bû.