Berxwedana Mexmûrê 8 roj in didome

  • 10:08 27 Gulan 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê wargeha penaberan a Mexmûrê 8 roj in bê navber li dijî hemû êrîş û hewldanên artêşa Iraqê yên ji bo dorpêçkirinê li ber xwe didin.
 
Ji 20'ê Gulanê ve artêşa Iraqê hewl dide derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi têlan dorpêç bike. Ji bo vê jî bi sedan leşker, tevî wesayîtên zirxî wesayîtên kar şandiye derdora wargehê.
 
Tevî hemû hevdîtinan û sozên rayedarên Iraqê jî, leşkerên Iraqê hewl didin li derdora wargehê xendekan bikolin, têl bikin û kuleyan daynin.
 
Ev 8 roj in bê navber xelkê Mexmûrê ji 7 salî heta 70 salî li ber vê hewldanê kon danîne û nobedê digirin.
 
Herî dawî 25'ê Gulanê artêşa Iraqê hewl da li cihên stratejîk ên dorî Mexmûrê leşkeran daynin û bi wî rengî dor li Wargeha Mexmûrê bigire, dest bi xendekan bike. Li ser vê yekê, xelkê wargehê, pêşî girtin û bi destê xwe xendek tije kirin.
 
Berxwedana xelkê Mexmûrê ya li dijî artêşa Iraqê bênavber li bin konan didome. Di bin konên nobedê de dîmenên rengîn ên berxwedanê derdikevin. Jin û zarok stranên berxwedanê distirên.