Parlamenter Ozgul Sakî: Armanc çûyîna îktîdarê ye

  • 09:07 27 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL- Parlamentera  Partiya Çep a Kesk a Stenbolê Ozgul Sakî diyar kir ku wê ji bo jinên mafê jiyana wan hatine xespkirin li meclîsê têbikoşin û got hedefa wan ev e ku bi wezaretên jinê re dadgehan ava bikin. Ozgulê wiha got: “ Di 28’ê Gulanê de divê her kes biçe ser sindoqan û dengên xwe biparêze. Ji sindoqan çi encam derdikeve bila derkeve em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Gelên bi salane li dijî polîtîka talan, binpêkirin û qetlîamên AKP-MHP’ê têdikoşin bi vê xeta têkoşînê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bersiva xwe carek din dan. Pratîka nelêrêtiyê ya desthilatdariyê di hilbijartinan de carek din derket holê û ji ber derneket ser ji sedî 50’yî hilbijartin ji tura duyemîn re man. Di hilbijartinên parlamenteriyê de Partiya Çep a Kesk herî zêde hejmara parlamenterên jin derxist û li meclîsê nûneriya wekhev bidest xist.
 
Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Stenbolê Ozgul Sakî ya di hilbijartinên 14’ê gulanê de hat hilbijartin tabloya piştî hilbijartinê û der barê tura duyemîn ya wê di 28’ê Gulanê de pêk bê bang li gelan kir.
 
'Çi dibe bila bibe em ê têkoşînê bidomînin'
 
Ozgulê destnîşan kir ku encamên hilbijartinên 14’ê Gulanê encama ku her kes ji vê rewşê re dibêje êdî bes e û encam ji pêvajoya hilbijartinan serbixwe nikare bê nirxandin. Ozgulê ev tişt vegot: “Tevî hemû polîtîkayên zextan gel çû ser sindoqan. Em di hawireke operaysonên binçavkirinê, êrîşên li hember buroyan,  astengkirina faliyetan de çûn hilbijartinan. Tevî hemû zextan me xebat meşandin. Ev rewş rewşek newekhev ava dike. Em bê ewlehiya hilbijartinê çûn ser sindoqan. Ez tenê behsa ewlehiya sindoqan nakim. Tu tişt nikare têkoşîna tevgera Kurd, ya femînîstan û sosyalîstan tengezar bike. Ji ber vê  encamên hilbijartinan çi dibe bila bibe wê têkoşîna me bidome.”
 
'Jin bi hemû rengên xwe li meclîsê ne'
 
Ozgulê di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: “Her tim li meclîsê jinên ku têkoşîna jinan dimeşandin hebûn. Jinên li meclîsê cih girtin patrîarka qels kirin. Têkoşîn bilind kirin û gelek maf dan qezenckirin. Li dijî zîhniyeta serdest têkoşîn dan. Em ê jî li ser vê mîrateyê xebatê  bimeşînin. Yanî ev ne tiştekî nû ye. Partiya Çep a Kesk bi nûneriya wekhev di parlamentoyê de cih digire û wisa hêsan em nehatine vê astê. Em bi têkoşîna jinê hatin vê astê. Têkoşîna jinan li dijî patrîarkayê bûye. Rengê jinan di parlamentoyê de pir girînge. Ev wê bibe hêza guherînê.”
 
'Hedef wezareta jinan û dadgehin'
 
Ozgulê bi bîr xist ku Hîzbulah ku li ser dijminahiya jinê hatiye avakirin di meclîsê de cih digire û got hedefa wan ev e ku bi jinên din yên meclîsê re tifaqê ava bikin û wiha dirêjî daye: “Wek di danezana  me ya hilbijartinê de jî cih girtiye jin ne li ser malbatê wê wek kirde bê nasîn. Jin wê di mijara jiyana xwe de bibin xwedî biryar û ji ber vê jî ji bo avakirina wezareta jinê em ê têbikoşin. Em ê ji bo destkeftiyên xwe Peymana Stenbolê û qanûna 6284 têkoşînê mezin bikin.”
 
'Mijar çûyîna desthilatdariya 22 salan e'
 
Ozgulê di dawiya axaftina xwe de ji bo hilbijartinên tura duyemîn a serokomariyê di serî de li jinan, banga tevlibûnê li hemû kesî kir û wiha dawî lê anî: “Ji bo çûyîna desthilatdariya 22 salan, di 28’ê Gulanê de divê her kes biçin ser sindoqan û dengên xwe biparêz in. Ji sindoqan çi encam derdikeve bila derkeve em ê têkoşîna xwe bidomînin.”