Parlamenter Zeynep Oduncu: Divê siyaseta qirêj a 21 salî êdî bi dawî be

  • 09:02 27 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
 
ÊLIH - Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Êlihê Zeynep Oduncu balkişand ser girîngiya hilbijartinên tura duyemîn û diyar kir ku divê bi taybet jin ji bo pêşeroj, jiyan û zarokên xwe biçin ser sindoqan û divê êv desthilatdarî êdî têk biçe.”
 
Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de namzetên serokomariyê ji ber ji sedî 50 deng bi destnexistin ma ji tura duyemîn re. Bi mîlyonan kes wê careke din di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan û navbera endamê tifaqa Mîllet Kemal Kiliçdaroglu û endamê tifaqa Cumhur Tayyîp Erdogan de tercîha xwe bike. Li aliyê din pêkhateyên tifaqa Cumhur Huda Par û Yenîden Refah ku bi polîtîkayên dijminahiya jinê tên zanîn ketin meclîsê û ev bû sedema bertekên mezin yên jinan.
 
Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Êlihê Zeynep Oduncu der barê tura duyemîn de axivî.
 
‘Em ê xwerexnedayînê li qadê bidin’
 
Zeynebê diyar kir ku xebatkarên partiyê tax bi tax, kolan bi kolan xebat meşandine lê li seranserê Êlihê encam wek dipan nebûye û got: “Hemû hevalên me xebitîn. Lê mixabin kêmasî jî hebûn. Di vê nokteyê de em ê xwe rexnedayîna xwe bidin. Nêzî 2 hezar hilbijêrên me deng dan Partiya Çep û 14 hezar jî nehatin derbaskirin. Ji van 6 hezaran hem dabûn Çep a Kesk û hem jî CHP’ê. Piştî dengên derveyê welat jî lê hatin zêdekirin mixabin me parlamenterê çaran winda kir. Em ê xwe rexnedayîna xwe li qadan bi xebatê bidin. Ji bo em  zîhniyeta yekparêz bişînin em dixebitin.”
 
‘Siyaseta qirêj hat meşandin’
 
Zeynebê di berdeawmiya axaftina xwe de diyar kir ku piştî hibijartinên serokomariyê wê hevdîtinên bi gel re bidomînin û wiha vegot: “Em ê rexneyên gel guhdar bikin di nokteya ku divê çi pêwist be de bi hev re têbikoşin. Çi ji destê me bê em ê bikin. Ez xebatên CHP’ê yên li qadê jî rexne dikim. Siyaseta li qadê dikin siyasetek qirêje. Xebata ‘Me bi Partiya Çep a Kesk re tifaq kiriye dengek ji me re yek ji Çep a Kesk re’ mixabin bersiva xwe girt û ev bû sedema şewitandina 6 hezar dengî. Ji ber îhtîmala ku CHP ji Êlihê parlamenter derxîne tunebû. Bi vî awayî parlameneter bi AKP’ê da qezenckirin.”
 
‘Divê ev siyaseta qirêj bidawî bibe’
 
Zeynebê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em li rewşa jin, ciwan, betal û aliyê civakî binerin. Gelek sedemên ku ev desthilatdarî bê şandin heye. Divê êdî ev siyaseta qirêj ya 21 salî bidawî be. Ji ber vê em dîsa li qadane.  Divê em biçin ser sindoqan û vê rejîma yek mêr bidawî bikin.”
 
‘Em desthilatdariyek ku jinan tune dihesibîne nas nakin’
 
Zeynebê di dawiya axaftina xwe de got ew yekem parlamentera jin a Êlihê ye û di vê mijarê de jî wiha bi lêv kir: “Li Êlihê ez yekem parlamentera jin im. Ji ber vê ez berpirsyarî û barê xwe dizanim. Em hevalên jin yên meclîsê wê bi awayekî cidî têbikoşin.Guhertina desthilatdariyê pir girînge. Pergaleke ku dixwaze jinan hepsê malê bike li pêş me ye. Huda Par piştgiriyê dide AKP’ê û wek parlamenter ketin meclîsê. Ev tabloyek bi êş e. Em  jî desthilatdariyeke ku destkeftiyên jinan tune dihesibîne nas nakin. Ez banga çûyîna ser sindoqan li hemû kesî dikim. Divê bi taybet jin ji bo jiyan, pêşeroj û zarokên xwe biçin ser sindoqan. Divê em êdî vê desthilatdariyê têk bibin.”