ROJEVA 27'Ê GULANA 2023'YAN

  • 09:00 27 Gulan 2023
  • Rojev
 
*Jinên li Taxa Şêxmeqsûdê li dijî ambargoya Hukumeta Şamê ya li ser Taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê li berxwe didin. Bi projeya çêkirina mast hewl didin têkoşîna xwe bidomînin. DÎMEN HEYE
 
*Rêveber û parêzera MED TUHAD-FED'ê Aslihan Bulut, diyar kir ku li girtîgehê binpêkirinên mafan dewam dikin û diyar kir ku girtiyên nexweş bi astengiyên ATK'ê re rû bi rû ne. Aslihan, destnîşan kir ku raporên ku tên amadekirin bi awayekî objektîf nayên amadekirin. BI DÎMEN 
 
*Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Êlihê Zeynep Oduncu balkişand ser girîngiya hilbijartinên tura duyemîn û diyar kir ku divê bi taybet jin ji bo pêşeroj, jiyan û zarokên xwe biçin ser sindoqan û divê êv desthilatdarî êdî têk biçe.” BI DÎMEN 
 
*Ji hilbijartinên serokomariyê de demek kurt ma û gelê Wanê der barê hilbijartinên roja yekşemê de nêrinên xwe anîn ziman. Welatiyan diyar kirin ku her du rêbaz jî bendewariyê wan naynin cih û gotin wê denga xwe ji bo guhertina desthilatdariyê bikar bînin. BI DÎMEN 
 
*Parlamentera  Partiya Çep a Kesk a Stenbolê Ozgul Sakî diyar kir ku wê ji bo jinên mafê jiyana wan hatine xespkirin li meclîsê têbikoşin û got hedefa wan ev e ku bi wezaretên jinê re dadgehan ava bikin. Ozgulê wiha got: “ Di 28’ê Gulanê de divê her kes biçe ser sindoqan û dengên xwe biparêze. Ji sindoqan çi encam derdikeve bila derkeve em ê têkoşîna xwe bidomînin.” DÎMEN HEYE
 
*Têkoşîna bênavber ên Dayikên Şemiyê 28 salên xwe temam kir. Berdêla wê çi dibe bila bibe Dayikên Şemiyê dev ji Meydana Galatasarayê bernedan. DÎMEN HEYE
 
* Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Penaberan a Konakê Cevher Tosun diyar kir ku penaber di pêvajoya hilbijartinê de bigotinên nefretê yên siyasiyan carek din bûne rojev û got siyasetmedar ji bo dengan berhev bikin bi goga dijmirovahî û nîjadperst dilîzin. Cevherê  got jib o pirsgirêka penaberan bê çareserkirin divê Tirkiye ji Sûriyeyê vekişe. BI DÎMEN