Li Tekîrdagê 21 kes, li Şirnexê 7 kes hatin girtin

  • 21:53 26 Gulan 2023
  • Rojane
TEKÎRDAG/ŞIRNEX - Ji 24 HDK'iyên ku li Tekirdagê hatibûn binçavkirin, 21 jê hatin girtin.
 
Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê de, di 23'yê Gulanê de li gelek bajaran di avêtin ser mala de 24 kes hatibûn binçavkirin. 24 kesên ku endam û rêveberên pariyên siyasî û rêxistinên civaka sivîk ên di bin banê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Tekîrdagê.
 
Kesên hatin binçavkirin bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin tawanbarkirin. Piştî îfadeya li Midûriyeta polîsan 21 kes ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin û 3 kes jî hatin berdan. 
 
Şirnex 
 
Li navçeyên Hezex û Cizîr a Şirnexê jî bi awayekî hevdem bi ser malan de hat girtin û 25 kes hatibûn binçavkirin. 18 kes bi şerta kontrola edlî hatin berdan û 7 kes jî hatin girtin.