Heyeta Swîsreyî çû serdana MKGP û DFG’ê

  • 21:07 26 Gulan 2023
  • Rojane
AMED - Heyeta ji Swîsreyê hatibû û têde rojnameger û siyasetmedar jî hebûn çûn serdana MKGP û DFG’ê.
 
Heyeta ji Swîsreyê hat û nav de rojnameger, aktîvîs tû siyasetmedar jî hene, çûn serdana Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MHKGP) û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG). Heyeta çû avahiya DFG ya Amedê ji aliyê rêveberên komeleyê û platformê ve hatin pêşwazîkirin.
 
Balkişandin ser zextan
 
Endamên heyete der barê rojnamegeriya li Kurdistanê de pirsên xwe kirin. Rojnamegeran der barê zextên li ser çapemeniyê de heyet agahdar kirin û diyar kirin ku çapemeniya azad ji ber di xeta desthilatdariyê de weşanê nakin hedef tê ngirtin û bi hincetên cuda tên darizandin.
Endama MKGP’ê Gulşen Koçuk jî der barê şert û mercên rojnamegerên jin de axivî û diyar kir ku ev platform li dijî hedefgirtina rojnamegerên jin hatiye avakirin. Gulşenê daxuyakirin ku li Kurdistanê tevî hemû zextan rojnameger berxwe didin.