Nobeta edaletê di roja 795’an de ye

  • 20:20 26 Gulan 2023
  • Rojane
RIHA - Ferît Şenyaşar di roja 795’an a Nobeta Edaletê de axivî û diyar kir ku wê têkoşîna edeletê bidomînin.
 
Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn û nöbet di roja 795’an de didome. Emîne Şenyarşar û kurê wê Ferît Şenyaşar yê ji Partiya Çep a Kesk parlamenter hat hilbijartin, çûn ber edliyeyê û pankarta ‘Ji bo malbata Şenyaşar edelet’ vekirin.
 
Ferît di nobetê de axivî û diyar kir ku wê dayika wî têkoşîna xwe ya li ber edliyê bidomîne û ew jî wê têkoşîna edeletê ji bo her kesî bimeşîne.