Der barê Rojbîn Çetîn de 10 sal ceza

  • 17:57 26 Gulan 2023
  • Hiqûq
WAN - Di doza ku aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Çetîn jê dihat darizandin bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ 10 sal ceza lê hat birîn.
 
Li endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbîn Çetîn ya ku bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ bi daxwaza 15 sal cezayê girtîgehê  doz lê hatibû vekirin û runiştina dozê li 2’emîn Dadgeha Ceza Giran a Wanê hat dîtin. Rojbîn ku girtî tê darizandin bi SEGBÎS’ê ji girtîgeha Jinan a Amedê tevli runiştinê bû.
 
Dadgehê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’  10 sal ceza li Rojbînê hat birîn.