Ji Pervîn Buldan bang: Di tura duyemîn de jî biryardariya xwe bidomînin

  • 12:45 26 Gulan 2023
  • Ramyarî
AMED - Li Amedê di civîna çpameniyê ku hat lidarxistin de Pervîn Buldan got, "Em careke din vê bangê li Amediyan dikin. Di tura duyemîn de jî biçin ser sindoqana û dengê xwe bi kar bînin û biryardariya xwe ya di tura yekemîn de bidomînin."
 
Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Amedê û Rêxistina HDP’ê ya Amedê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, parlamenterên Partiya Çep a Kesk Meral Daniş Beştaş, George Aslan, Sevilay Çelenk, Cengîz Çandar, Mehmet Kamaç, rêveberên HDP, Partiya Çep a Kesk, DBP’ê li hotêlek navçeya Peyasa Amedê bi rojnamevanan re civiyan û daxuyanî dan. 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civînê de axivî û banga çûna ser sindoqan li gel kir. 
 
'Divê Erdogan biçe'
 
Pervînê da zanîn ku ew ji bo hilbijartina serokkomariyê ya tûra duyemîn vê civînê li dar dixin û destnîşan kir ku tevî hemû astengiyan jî wan wek Partiya Çep a Kesk di hilbijartinê de serkeftin bi dest xistiye. Pefvînê anî ziman ku hilbijartina serokkomariyê ya tûra duyemîn ji bo siberojek demokratîk û aştiyane gelek girîng e û got: “Hilbijartina 28’ê Gulanê ji bo guhertinê dîrokek girîng e. Helwesta me ya tûra yekemîn wê di tûra duyemîn de jî berdewam bike. Biryardarî û helwesta me di tûra yekemîn de nîşan da em di tûra duyemîn de jî nîşan bidin. Çimkî siberoj me eleqedar dike. Heke Serokkomarê AKP’yî Erdogan bi ser bikeve tê wê maneyê ku dê gelên Tirkiyeyê carek din bênefes bimîne. Ez vê pir eşkere dibêjim. Lewma divê Erdogan biçe û heke ew biçe dê civak rehet bibe. Hemû polîtîkaya tifaqa AKP-MHP’ê li ser dijmintiya kurdan e. Divê em ji vê dijminatiyê rawestînin.” 
 
'Dengê xwe bi kar bînin'
 
Pervînê  ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê banga beşdariyê li gel kir û wiha got: “Ev hilbijartin pir dîrokî ye. Ya em ê ronahiyê hilbijêrin û tercîh bikin an jî em ê tarîtiyê tercîh bikin. An em ê faşîzmê tercîh bikin an jî em ê demokrasiyê tercîh bikin. Bi rastî jî ev hilbijartin pir dîrokî ye û girîng e. Ev hilbijartin wê qedera Tirkiyeyê biguherîne. Di serî de em spasiya gelê Amedê, gelê kurd û hemû gelên Tirkiyeyê dikin ku piştevaniya partiya me kirin. Em carek din dixwazin bangî gelê kurd û hemû gelê Tirkiyeyê bikin; guhertina qedera Tirkiyeyê di destê me de ye. Em di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan û piştgiriyê bidin guhertinê. Em ê bi vê hilbijartinê siberoja xwe diyar bikin. Em carek din bang li gelên Tirkiyeyê dikin biçin ser sindoqan û xwedî li sindoqan û rayên xwe derkevin.”
 
'Li dijî faşîzmê em dibêjin demokrasî' 
 
Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk jî destnîşan kir ku ew ê li dijî faşîzmê dê helwesta wan demokrasî be û di tûra duyemîn de banga piştevaniya Kiliçdaroglû kir. Turk anî ziman ku hilbijartina tûra yekemîn û tûra duyemîn gelek girîng e û wiha got: “Sancoyên guhertinê û veguhertinê bi me re çêbûne. Helbet tercîha me ne ji bo kesan e. Em ji bo siberoja gelê kurd û Tirkiyeyê têdikoşin û em li gorî wê tev li hilbijartinê dibin. Helbet nîqaşên li ser nijadperestiyê şikestinek bi gelê me re çêkiriye. Ji vir nemaze dixwazin gazî ciwanên me yên hêja bikim; nebî nebî neyên lîstokên hin kesan. Heke hûn sindoqan protesto bikin û neçin ser sindoqan wê bi kêrî Erdogan were. Ez dixwazim hûn bi vê hişmendiyê û zanebûnê biçin ser sindoqan.” 
 
Civîn bi pirs û bersiva bi dawî bû.