Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê: Wê berxwedana Mexmûrê biserkeve

  • 09:35 26 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bi daxuyaniyekê berxwedana xelkê Mexmûrê ya li hemberî dorpêçê silav kir û bang li xelkê Şengal û tevahiya gelên azadî xwaz kir daku ji bo Mexmûrê bikevin nava tevgerê.
 
Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê li ser hewildanên dorpêçkirina wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de di serî de civaka Êzidî, bang li hemû gelên azadîxwaz hate kirin da ku xwedî li Mexmûrê derkevin.
 
‘Iraq qanûnên navnetewî binpê dike’
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: 
 
“Bi sala ye gelê me ê Mexmûrê di nava jiyana koçberiyê dene. Heya niha jî Iraq û Herêma Kurdistanê mafê wan nedaye. Ji bo karibin jiyan bikin bi keda xwe, xwe birêve dibin. Mixabin Hukûmeta Iraqê hemû qanûnên navdewletî ên ji bo parastina koçberan binpê dike. Beriya niha gelek cara êrişên hewayî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ser vê wargehê hatine kirin. Her wiha ji aliyê PDK’ê ve bi sala ye rê liber hatin û çûna welatiyên wargehê tê girtin û gelek pirsgirêkên koçberên Mexûrê hene ku pêwîste Iraq çareser bike. Iraq van hemû pirsgirêka dide milekî û niha  jî dixwaze gel dorpêç bike.
 
Iraq bazirganiyê bi gel dike
 
Gelê meyê berxwedêr, em dizanin êrişekî yek alî nîne. Ev êriş bi zextên dewleta Tirk û PDK’ê tên kirin. Hikumeta Iraqê a ku xwe bi xwe nikare xwe liser piyan bigire, ji bo desthilatiya xwe dirêj bike, bazirganiyê bi jiyana gel dike. Em berxwedaniya xelkê xwe silav dikin û em dibêjin li kuderê be bila bibe, ewê serkeftin a gelê mebe. Çawa bi ked û xwîna şehîdan heya niha Şengal liser piya maye û li hemberî hemû plana biser ketiye, wê berxwedan xelkê me ê Mexmûrê jî biser bikeve.”