Girtiya nexweş nivîskar Gulazer Akin nayê berdan

  • 09:07 26 Gulan 2023
  • Rojane
 
 
Rojda Aydin
 
AMED - Nivîskar Gulazer Akin a ku 28 sal in girtî ye û gelek nexweşiyên wê jî hene nayê berdan û serlêdanên malbat û parêzerên wê hemû bê encam dimînin.
 
Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê her roj ku binpêkirinên mafan tên kirin, rewşa girtiyên nexweş jî roj bi roj girantir dibe. Serlêdanên malbat û parêzerên girtiyên nexweş ku tên kirin ji aliyê Saziyên Înfazê yên Girtîgehê ve bê encam tên hîştin. Di heman demê de ji bo girtiyên nexweş ên giran bên tahliyekirin serlêdanên ku ji Saziya Tipa Edlî (ATK) tên kirin jî rapora “dikare girtîgehê de bimîne” tê dayîn û berdana wan tê astengkirin. Ji girtiyên ku  Di girtîgehê de lîsteya girtiyên nexweş de cih digire yek jî nivîskar Gulazer Akin e.
 
Em ê vê hefteyê jî di dosyeya xwe de têkoşîn û jiyana nivîskara girtî û nexweş Gulazer Akin a ku li Girtîgeha Jinan a Bunyan Kayserî tê girtin, digirin dest.
 
Bi îşkenceyek giran re rû bi rû dimîne
 
Gulazer Akin a ku di 1975’an de li navçeya Xelat a Betlîsê di nav malbatek welatparêzer de tê dinyayê, di temenê zarokatî de bi zextên dewletê re rû bi rû dimîne. Gulazer û malbata wê di sala 1993’an de ji ber zextên dewletê koçberê bajarên wek Mersîn, Edene û Stenbolê dibin. Gulazer ji ber zextên ku li ser malbata wê bi dawî nabin di 1993’an de tevlî PKK’ê dibe. Gulazer, dema ji bo tedawiyê tê Stenbolê di sala 1996’an de tê binçavkirin. Gulazer, li vê derê 10 rojan di bin çavan de dimîne û bi îşkenceyek giran a polîsan re rû bi rû dimîne. Gulazerê piştî ku ji vir dibin Betlîsê li wir jî 20 rojan di binçavan de dimîne û li wir jî îşkenceyek giran dimîne. Gulazer, piştre tê girtin û cezayê muebbetê lê tê birîn.
 
Gulazer a ku 28 salan girtî ma, di girtîgehên wek Amed, Mîdyat, Enqere, Stenbol, Mereş-Elbîstan, Semsûr, Gebze de ma û niha jî di Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyan a Kayserî de tê girtin.
 
Gelek nexweşiyên wê hene
 
Gulazer a ku di gelek girtîgehan de cezayê disîplînê û hûcreyê lê tê birîn, di vê pêvajoyê de nexweşiyên wê jî giran bûn. Gulazer, beriya ku bê girtin nexweşiyên wek ûr(kîtle), di sînga wê de, nexweşiyên jinan û helandina hestiyan hebû. Gulazer ku dema li Semsûrê girtî ma ji serê xwe emeliyata ûr bû, li Gebzeyê jî ji ber ûrê di sînga xwe de emeliyat bû.  Ligel hemû nexweşiyan jî di girtîgehê de bi koronayê (Kovîd-19) dikeve. Gulazer ji ber helandina hestiyan roj bi roj lawaz dibe û ji malbata xwe re gotiye ku ji ber kîtleya di qirika xwe nikare tiştekî daqûrtîne.
Li ser gelek mijaran nivîsên wê hene
 
Gulazer, di mijarên wek Wêje, Mirov û Civak û li ser têkiliyên jin-zêran de  ku nivîs nivîsiye, pirtûkên wê yên wek “Afirandina Zayendperestî” û “Binê Beroşê” jî hene.
 
‘Her ku dîwar riziyan em mezintir bûn’
 
Gulazer ku di girtîgehê de 18 salên xwe tijî kir de nameyek xwe de cih daye van gotinan: “Dema ku em ketin girtîgehê em hîn zarok bûn. Gelek kesên di girtîgehê de li dîwaran nêrîn û mezin bûn. Her ku dîwar riziyan em mezintir bûn. Piştre dîwar pîr bûn û hatin sîwaqkirin û me jî bi boyaxkirina porê xwe yê gewr dest bi înkarkirina porê xwe yê spî kir. Ger hûn werin û binêrin, piraniya me hîn dema xwe ya zarokatiyê dijîn. Dema ku em ketin hindir, xwîşk û birayên me yên di qûndaxê de û biraziyên me êdî bûne mirovên mezin. Me tenê ji pencereya biçûk a girtîgehê li van bûyeran temaşe kir. Her ku ew dihatin matmayîna me heman dibû. Me yên lêza demê nedidîtin her carê me pirsa ‘tu kengî ev qas mezin bûyî?’ dikir. Ev bê îmkanî hêstên bêmafbûnê bi mirovan re çêdikin…”
 
‘Xwîşka min roj bi roj dihele’
 
Bi xwîşka Gulazer, Refîka Akin re dema ku em diaxivin, tîne ziman ku xwîşka wê gelek nexweşe lê zêde behsa nexweşiyên xwe nake. Refîka, destnîşan dike ku her ku diçin hevdîtinê dibînin ku roj bi roj dihele. Refîka, da zanîn ku xwîşka bi vîrûsa Kovîd-19 ketiye lê ji wan re tu tiştî negotiye û wiha dewam kir: “Xwîşka min ji xwe zêdetir li malbata xwe difikire. Ji ber vê yekê ji me re zêde behsa nexweşiyên xwe nake.”
 
Daxwaza berdana girtiyên nexweş
 
Ji bo berdana Gulîzar, serlêdanên malbat û parêzeran hemû bêencam dimînin, lê hewldanên malbatê jî berdewam dikin. Refîka, wiha pê de çû: “Xuşka min li gel ku roj bi roj ji taqet dikeve jî dîsa jî xwe li ser nigan digire. Bi vîna xwe li ser nigan dimîne. Ji bo xwîşka min serlêdanên ku em dikin hemû bêencam dimînin. Niha di girtîgehan de bi sedan girtiyên nexweş hene. Em dixwazin hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan û tedawiya wan li derve bê kirin. Em bang li rayedaran dikin ku girtiyên nexweş berdin. Divê girtiyên nexweş li derve bên tedawîkirin.”