Parêzer Lena Charlotta: Divê CPT demildest rapora xwe biweşîne

  • 09:05 26 Gulan 2023
  • Rojane
 
 
Melek Avci
 
ENQERE - Parêzer Lena Charlatto Langnander ku di Delegasyona Tecrîda Navneteweyî de cih digire, diyar kir ku polîtîkaya tecrîda giran binpêkirina mafê mirovan û hiqûqê ye û got di hilbijartinên tura duyem a serokomariyê de guhertina rejîma Tayyîp Erdogan wê ji bo destpêkirina pêvajoyek demokratîk gavek be. Lena her wiha got ku divê CPT demildest bê ser hemdê xwe û rapora xwe biweşîne.
 
 Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Abdullah Ocalan, herî dawî di 25’ê adara 2021’ê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re li ser telefonê axivî bû û axaftina wan di nivî de hatibû qutkirin. Ji hevdîtina ser telefonê heta niha jî tu agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş nayên girtin. Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) diyar kir ku rapora serdana di îlona 2022’yan de li Îmraliyê pêk anîne dane Tirkiyeyê û biryara weşandina raporê ji merciyên tirk re maye.
 
Her wiha wezareta dadê ku bersiv nade daxwaza parêzeran a ji bo hevdîtinê îdia kir ku ‘ev ne binpêkirina maf e’ û girankirina tecrîdê dijhiqûqî nedît. Parêzer Lena Charlotta Lagnander a di heyeta Delegasyona Tecrîda Navneteweyî de cih digire der barê tecrîd, polîtîkaya CPT û neweşandina rapora Îmraliyê de axivî.
 
‘Ev pêkanînek dijhiqûqî ye’
 
Lena diyar kir ku astengkirina hevdîtinên bi parêzer û malbatê re ne hiqûqî û mirovahî ye û got: “Ez parêzer im. Wek parêzerekê dibêjim ku astengkirina mafê hevdîtinê ya ku mafê qanûnî ya Abdullah Ocalan e, min xemgîn dike. Ev li dijî hiqûq û mirovahiyê ye. Ev rewş min dike fikaran. Ev astengiyên hevdîtinan  wek binpêkirinek maf a cidî li pêş me ye.”
 
‘Tecrîd li hemû civakê belav bûye’
 
Lena balkişand ser tecrîda giran û wiha bi lêv kir: “Em wek heyeta tecrîdê dema nû hatin Tirkiyeyê ji bo serdana girtîgehan em hatibûn. Lê em neçûn girtîgehan. Em bi sazî, parêzer û malbatan re hatin gel hev. Encamek hevpar ji van hevdîtinan derket. Her kesî got tecrîda li ser Ocalan, li hemû aliyên civakê belav bûye. Hemû kesên di heyeta tecrîdê de ketin fikaran. Em hîna jî wisa ne. Bi qasî çavdêriyên me kirin, hemû kesên muxalîf di bin zextan de ne.”
 
‘Divê CTP rabe ser piyan’
 
Lena got her kes xwedî mafê parastinê ye û wiha dirêjî daye: “Ev maf bêyî şer divê ji bo girtiyan jî pêk bê. Ez nêzîkatiya CPT rexne dikim. Her kes xwedî maf e. Lê mixabin êdî her kes qanûnan şaş bi kar tîne. Tu carê mafê mirovan evqasî neketibû bin xetereyê. Tu carî mafê mirovan evqas bê parastin nema bû. Divê CPT were ser xwe û rabe ser piyan. Divê zelal bin û li gorî vê tev bigerin.”
 
‘Bila rapora xwe biweşîne’
 
Lena ev tişt anî ziman: “Divê astengiyên li pêş weşandina raporê bên rakirin. Divê di vê mijarê de tavîzê nedin Tirkiyeyê. Divê raporên xwe bi awayekî zelal biweşînin. Zelal bin. Divê CTP demildest rapora xwe biweşîne.”
 
‘Wê gava yekemîn be’
 
Lena balkişand ser hilbijartinên 28’ê Gulanê û wiha dawî lê anî: “Ji bo guherînek li Tirkiyeyê pêk bê divê rejîma Erdogan bikeve. Hilbijartinên 28’ê Gulanê gelek girîng in. Çûyîna Erdogan wê ji bo guherîna Tirkiyeyê gavek be. Piştî hilbijartinan destpêkirina pêvajoyeke demokrasiyê wê gelek girîng be. Hêviya min jî ev e ku piştî hilbijartinan pêvajoyek demokratîk bê destpêkirin.”