ROJEVA 26'Ê GULANA 2023'YAN

  • 09:00 26 Gulan 2023
  • Rojev
 
*Nivîskar Gulazer Akin a ku 28 sal in girtî ye û gelek nexweşiyên wê jî hene nayê berdan û serlêdanên malbat û parêzerên wê hemû bê encam dimînin.
 
*Carna mirov tespît dikin ku gelekî bi şans in.  Şop, rêwîtî, mirov, wateyên dertên pêş wan, vê zêdetir bi wan didin hîskirin. Jiyan di vê mijarê de bê navber derfetan dide. Jineolojî di serî de ji bo jinan ji bo her kesî şansek e. Ji bo hesabpirsînê ev gava yekem e. Gava duyem jî rê û rêbaz in. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Parêzer Lena Charlatto Langnander ku di Delegasyona Tecrîda Navneteweyî de cih digire, diyar kir ku polîtîkaya tecrîda giran binpêkirina mafê mirovan û hiqûqê ye û got di hilbijartinên tura duyem a serokomariyê de guhertina rejîma Tayyîp Erdogan wê ji bo destpêkirina pêvajoyek demokratîk gavek be. Lena her wiha got ku divê CPT demildest bê ser hemdê xwe û rapora xwe biweşîne.
 
*Beriya hilbijartinên tura duyemîn a serokomariyê jinên siyasetmedar ên Colemêrgê ev bang kirin: “Em bi biryar in di tura duyemîn de faşîzmê hilweşînin. Ez bang li hemû kesî dikim. Bila xwedî li sindoqan derkevin û dengên xwe bi kar bînin.” BI DÎMEN
 
*Endama MYK'ê ya Partiya Çep a Kesk Nevîn Aytekîn diyar kir ku di pêvajoya hilbijartinê de AKP’ê îhale dane şîrketên nêzî xwe û bi pereyên ji îhaleyan girtine ketiye hilbijartinê û Partiya Çep a Kesk jî di alî aborî de xistine bin zextan. Nevînê wiha vegot: “Ji kijan alî de êrîş dike bila bike bi ser neket û wê ji vir û şûnde jî bi ser nekeve. AKP wê winda bike.” DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera Partiya Çep a Kesk Ayten Kordu pirsgirêkên heyî nirxand û got: “Em ê pirsgirêkên bajar bi civakê re çareser bikin. Dema em çareser bikin jî em ê ji zîhniyeta serdest paqij bikin û çareser bikin.” DÎMEN HEYE
 
*Jinan bertek nîşanî êrîşên artêşa Iraqê yên sistematîk yên li hember Wargeha Mexmûrê pêk tên dan û li dijî vê zilma li hember Kurdan banga têkoşînê kirin. DÎMEN HEYE