‘Ji bo têkbirina rejîma yek mêr biçin ser sindoqan’

  • 21:20 25 Gulan 2023
  • Rojane
AMED- Tora Têkoşîna li dijî Tûndiyê ya Amedê  diyar kir ku di 28’ê Gulanê de rejîma yek mêr şûnde bixînin û têkoşînê bilind bikin. Jinan her wiha bang li hemû jin, ciwan, rayagiştî ya demokratîk û muxalefetê kir ku 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan.
 
Tora Têkoşîna li dijî Tûndiyê ya Amedê, ji bo tura duyemîn a serokomariyê ya di 28’ê Gulanê de pêk tê daxuyaniyek bi sernavê ‘têkoşîna me ya rêxistinkirî wê dijminahiya jinê têk bibe’ weşand.
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku duyemîn sedsala komarê li ser ‘yekparêzî, redkarî, zîhniyeta zayendperest’ hatiye avakirin û wiha hat gotin: “Di 14’ê gulanê de me rejîma yek mêr ya desthilatdariya AKP-MHP’ê  da sekinandin. Em ê bi heman bawerî û biryarê di 28’ê Gulanê de rejîma yek mêr têk bibin. Em ê têkoşîna xwe bilkind bikin. Em bi vê wesîleyê bang li hemû jin, ciwan, rayagiştî ya demokratîk û muxalefetê dikin ku 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan.”