Ji bo hilbijartinê Femînîst: Her tim têkoşîn berdewame

  • 20:34 25 Gulan 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-Ji bo Hilbijartinê Femînîst, der barê tura duyemîn a hilbijartina serokomariyê de daxuyaniyek dan û wiha gotin: “Têkoşîna me bi jinên penaber re hevpar e. Têkoşîna me bi têkoşîna jinên Kurd re hevpar e. Em li dijî xespkirina ked, îrade, maf û jiyana xwe her tim wê bi hev re têbikoşin, berxwe bidin.”
 
Ji bo Hilbijartinê Femînîst, beriya hilbijartinên tura duyemîn a serokomariyê ya di 28’ê Gulanê de wê pêk tê daxuyaniyek dan û banga ‘em dest ji mafên xwe bernadin’ kirin. Her wiha femînîstan li navçeyên cuda yên Stenbolê li bazarên hatine avakirin belavok li welatiyan belav kirin û mafên jinan yên ku hatine bidestistin û di rewşa ku Erdogan bibe serokomar wê bên windakirin, vegotin.