Parlamenterên Partiya Çep a Kesk ên Colemêrgê mazbatayên xwe girti

  • 19:30 25 Gulan 2023
  • Ramyarî
COLEMÊRG –Her sê parlamenterên Partiya Çep a Kesk ên Colemêgê ku di hilbijartinên 14’ê gulanê de bi rêjeya ji sedî 62.45 deng girtin û hatin hilbijartin mazbatayên xwe girtin. 
 
Partiya Çep a Kesk li Colemêrgê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de 95 hezar û 810 deng ji sedî 62.45 deng girt. AKP’ê jî 31 hezar û 644 ji sedî 20.23, CHP’ê ji 11 hezar û 86 ji sedî 7.25 deng girt. Partiya Çep a Kesk ji Colemêrgê sê parlamenter derxist.  Parlamenterên Partiya Çep ên Kesk îro mazbatayên xwe girtin.  Parlamenter Vezîr Coşkun Parlak ku ji bo xebatên hilbijartinê li Antalyayê bû, hevsreoka HDP’a Colemêrgê Humeyra Armut mazbata Vezîr girt. Parlmaneter Oznur Bartin û Onur Duşunmez jî mazbatayên xwe ji  edliyeya Colemêrgê girtin.