Cezayê Aysel Tugluk salek şûnde hat xistin

  • 19:28 25 Gulan 2023
  • Hiqûq
KOCAELÎ- Înfaza 10 sal cezayê girtîgeyê yê li Aysel Tugluk hatibû birîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê ve ji ber pirsgisrêkên tenduristiyê salekê şûnde hat xistin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê 10 sal cezayê girtîgehê yê li siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk hatibû birîn, ji ber pisgirêkên wê yên tenduristiyê salekê şûnde xist.
 
3’emîn Lijneya Îhtîsas a Saziya Tipa Edlî, di encama lêkolîna rewşa tenduristiyê de rapora der barê nexweşa Demansê Ayselê de di 22’ê gulanê de pêşkêş kir. 
 
Serdozgeriyê Komarê ya Kocaeliyê li ser vê salek ceza şûnde xist.