Salîha Aydenîz: Em ê bi ser kevin û mezin bidin winda kirin

  • 16:50 25 Gulan 2023
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Rêxistina Partiya Çep a Kesk ya Cizîrê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana gundên Cizîrê kir. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz di serdanê de axivî û destnîşan kir ku ew ê bi ser kevin û dê mezin bidin winda kirin.
 
Rêxistina Partiya Çep a Kesk ya navçeya Cizîrê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana gundên Cizîrê yên Cinibê, Nehrib, Gozîk, Ernebat, Xerapreş û Cîbirî kirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk(DBP) Salîha Aydenîz, Parlementerên Partiya Çep a Kesk Newroz Uysal Aslan û Ayşegul Dogan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad(TJA) û gelek kes beşdarî bernameyê bûn.
 
‘Em ê bi ser kevin’
 
Di serdanê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axivî û diyar kir ku Gelê Kurd di hilbijartinê de bi sekn û dengên xwe peyama xwe da û got: “Lê belê hilbijartin hê berdewam e. Em bawer in ku gel di tûra duyemîn de jî bi heman biryardayinê sekna xwe nîşan bide. Em bi hev re dikarin vê hişmendî û pergalê veguherînin. Serkeftina me ne tenê rojekê ye. Em ê bi ser kevin û mezin bidin windakirin.”
 
‘Ji bo hesap pirsînê biçin ser sindoqan’
 
Her wiha parlementer Newroz Uysal jî axivî û bal kişand ser yekitiya kurdan û got: “Gelê Kurd bi yekitî û tifaqa xwe ev pergala yekmêrî û yekperestiyê ji holê rak. Ew sîyaseta xwe li ser nijadperestî û dijminatiya kurdan dimeşînin. Hilbijartina Serokkomariyê xwedî rolekê girîng e. Ji bo ku em ê ji vê desthîlatdariyê hesab bipirsin ev hilbijartin girîng e. Ji bo ku em bikaribin vê sîyaseyê biguherînin divê em hemû biçin ser sandoqan.” 
 
‘Pêşengê hilbijartinê Gelê Kurd e’
 
Herî dawî jî Parlementera Şirnexê Ayşegûl Dogan axivî û destnîşan kir ku yê ku ji vê hilbijartinê re pêşengî dike Gelê Kurd e û got: “Bi salan in Gelê Kurd berdelan dide û rastî zilm û zordestiyê tê. Mafên wan ê bingehîn ji destê wan tê sitendin û hebûna wan tê înkarkirin. Lê wekî her carî em dibêjin ev ne qedera kurdan e. Di hilbijartinê de hem di tûra yekemîn hem jî di tûra duyemîn de yê ku pêşengtî kir Gelê Kurd e. Em ê carek din ji bo nasname, hebûn û mafên xwe biçin ser sandoqan û sekna xwe nîşan bidin.”