Filîz Budak: Li Mexmûrê xwedî derbikevin

  • 15:46 25 Gulan 2023
  • Rojane
 
MEXMÛR - Iraq di dorpêçkirina wargeha penaberan ya Mexmûrê de bi israr e, Hevseroka Meclisa Gela Mexmûrê Filîz Budak ev bang kir; “Artêşa Iraqê roj bi roj li dora wargehê hêza xwe ya leşkerî zêde dikin, divê her kes ji bo Mexmûrê rabe serxwe.”
 
Ji 20’ê Gulanê ve Artêşa Iraqê hewl dide derdora wargeha penaberan ya Mexmûrê bi têl û xendekan dorpêç bike. Tevî gelek hevdîtinan her carê rayedarên Iraqî sozê didin ku ew derdora wargehê têl nakin, lê piştre carek din dest bi karê xwe dikin. Artêşa Iraqê danê siharê carek din ji her çar aliyan ve ket nava hewildanê û xwest dora wargehê xendekan bikole û têl bike.
 
Xelkê Mexmûrê carek din dijî yekê rabû ser xwe û rê li Artêşa Iraqê girt. Di dema rêgiriyê de leşkerên Iraqê gule bi ser xelkê wargehê de barandin. Gorî agahiyên hatine bidestxistin, gelek leşkerên di nava Artêşa Iraqê de bi kurmancî axivîne û gefê li xelkê wargehê xwarine.
 
Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Filîz Budak ji ajansa me re axivî û bang kir. Filîz bang li hemû Gelê Kurd, saziyên mafên mirovan, taybet jî hêzên demokratîk û Kurdên dervey welat kir da ku li berxwedana xelkê Mexmûrê xwedî derbikevin.
 
Filîz got ku dorpêçek mezin li ser wargehê heye, her roja diçe Iraq derdora wargehê hêzên xwe zêdetir dike. Filîz dibêje; “Artêşa Iraqê li ser daxwaza dewleta Tirkiyeyê, dixwaze vê dorpêçê weke diyariyek hilbijartinê pêşkêşî rejîma faşîst ya AKP-MHP’ê bike. Ji bo vê bila her kes li berxwedana xelkê wargeha penaberan a Mexmûrê xwedî derbikeve.”