Danişîna doza rojnamevan Dîlan Babat hat taloqkirin

  • 12:48 25 Gulan 2023
  • Rojane
 
KONYA - Danişîna doza rojnamevan Dîlan Babat û Firat Can Arslan ku ji ber şopandina nûçeyê tên darizandin, hat taloqkirin.  
 
Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê, rojnamevan û nivîskar Nagihan Akarsel li Silêmaniyê di 4’ê cotmeha 2022’yan de li naverasta kolanê hatibû qetilkirin. Cenazeyê Nagihan di 13’ê cotmehê de li gundê wê Xelikan ê bi ser navçeya Cîhanbeyliya Konyayê ve hat veşartin. Nûçegihana me Dîlan Babat û Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Firat Can Arslan nûçeya merasîma cenaze dişopandin û hatibûn binçavkirin. Bi îdiaya “kesên di têkoşîna li dijî terorê de wezîfe girtine, hedef didin nîşandan” doz li her du rojnamevanan hatiye vekirin. 
 
Danişîna ewil a dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê hat lidarxistin. Rojnamevan û parêzerên xwe bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) ji Edliyeya Enqereyê beşdarî danişînê bûn. 
 
Rojnamevanan parastina xwe kir û tawanbariyên li ser xwe red kirin. 
 
Parêzeran jî parastina miwekîlên xwe kirin û hat xwestin doza hatiye vekirin di çarçoveya azadiya çapemenî û ramanê de bê nirxandin û miwekîlên wan bên beraetkirin.
 
Dozger bi heman tawanbariyê xwest ku rojnamevan bên cezakirin. 
 
Dadgehê biryar da ku derbarê esasê de parastin bên kirin û danişînê taloqî 5’ê cotmehê kir.