Xelkê Mexmûrê xendekên hatibûn vekirin, girtin
- 12:43 25 Gulan 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê Mexmûrê xendekên ji aliyê Hukumeta Iraqê ve hatibûn vekirin, girtin.
Di saetên sibehê de carek din leşkerên Iraqê bi wesayîtên zirxî û makîneyên kar li derdora Wargeha Mexmûrê ketin nava tevgerê û dest bi kolandina xendekan kirin. Lê gel li hemberî vê hewldanê rabû. Gel bi dest û lingên xwe xendeqên ku hatin kolandin tije ax kirin.
Hewldanên artêşa Iraqê ya ji bo dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) berdewam e. Vê sibehê jî artêşa Iraqê li dora wargehê ket nava tevgerê. Bi wesayîtên zirxî û makîneyên kar xwest dora wargehê bi xendeq û kuleyan dorpêç bike.
Lê gel zû ket nava tevgerê û bi berxwedana xwe pêşî li vê hewldana leşkerên Iraqê girt. Gel bi dest û lingan xendeqên ku hatibûn kolandin tije ax kirin.
Leşkerên Iraqê di dorpêçkirina wargehê de bi israr in, gel jî di nava berxwedanê de ye.