Li Colemêrgê gelek kes hatin binçavkirin
- 11:21 25 Gulan 2023
- Rojane
COLEMÊRG - Di operasyona qirkirina siyasî ya li Colemêrgê de bi dehan kes di serdegirtina malan de hatin destgîrkirin.
Operasyonên binçavkirin yên li bajarên ku Partiya Çep a Kesk di hilbijartina 14’ê Gulanê de dengên zêde lê wergirtî bênavber didomin. Partiya Çep a Kesk di hilbijartinê de li Colemêrgê her 3 parlamenter jî bi dest xist. Îro di danê sibehê de li Colemêrgê bi ser gelek malan de hate girtin. Di encama serdegirtinan de herî kêm 30 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” tên tawanbarkirin û niha li midûriyetên navçe û navendê tên ragirtin.
Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Omer Çitak, Rojbîn Şahînoglû, Yûsûf Şahînoglû, Ferhat Toregun, Remziye Urgun, Bedran Ogmen, Bedran Ozdel, Vedat Dogan, Bariş Kamerî, Mûsa Yîgît, Naîf Beyter û Bunyamîn Seven.”