Berxwedana xelkên Mexmûrê di roja 6’an de di dome

  • 10:15 25 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Berxwedana xelkên wargeha Mexmûrê ya li dijî hewldanên dorpêçkirinê di roja 6’an de dewam dike. Iraq di têlkirina derdora wargehê de bi israr e.
 
Ji 20’ê Gulanê ve Artêşa Iraqê hewl dide derdora wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi têlan dorpêç bike, ji bo vê jî 6 rojin bi çek, bendên dorpêçê û sedan leşkerên xwe hewldana xwe didomîne.
 
Berxwedana xelkên wargeha penaberan -a Mexmûrê a li dijî dorpêçê jî bê navber dewam dike. Iraq heta niha jî bi israr e ku derdora wargehê têl bike, tevî gelek hevdîtinan jî heta niha tu bersivek erênî nehatiye dayîn.
 
Li dijî dorpêçkirinê berxwedan bi şev û roj dewam dike. Jin û zarokên wargehê jî li binê konê berxwedanê bi gotina sitranan berxwedana xwe dewam dikin.