ROJEVA 25'Ê GULANA 2023'YAN

  • 09:00 25 Gulan 2023
  • Rojev
 
*Di 20’ê adarê de girtiya edlî Duygu Koran li Girtîgeha Kandirayê bi guman jiyana xwe ji dest da. Ji bo bûyerê gotin întîxare lê li bedena wê gelek şopên lêdanê hatin tespîtkirin. Parêzera Duyguyê, seroka giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku wê heta dawî şopdarê bûyerê bin û got li gorî wan ev cinayet e. BI DÎMEN 
 
*Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Rihayê Dîlan Kunt Ayan da zanîn ku desthilatdarî dixwaze destkeftiyên jinan ji holê rake û got peywira wan ya niha ev e ku desthilatdariyê di 28’ê Gulanê de bişînin. BI DÎMEN 
 
*Dayika B.,Ş., ya ku li Berwariyê nêzî 2 salan bi awayekî sîstematîk destdirêjî lê hat kirin Rahîme Şermet, destnîşan kir ku heta bersûc neyên girtin zarokên wan ne di ewlehê de ne û got dixwazin ser bûyerê bigirin. Rahîme destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê li pey doza keça xwe bin û banga xwedî derketina li dozê kir. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîlîoglu der barê tura duyemîn a hilbijartinên serokomariyê ya ku wê roja yekşemê pêk bê de axivî û got: “Me bi Erdogan da windakirin. Em ê di 28’ê Gulanê de jî j nûve bi Erdogan û dîktatoriya wî bidin windakirin.” BI DÎMEN 
 
* Jinan diyar kirin ku ji bo hikûmeta AKP-MHP’ê têk biçe wê dengên xwe bidin Kemal Kiliçdaroglu û bang li hemû jinan kirin ku biçin ser sindoqan û dengên xwe bikar bînin. BI DÎMEN 
 
* Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz sala borî di hefteya Windayan de ji bo Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu gotinên ‘tuyê jî rojekê bêyî darizandin Suslu Solu’ û bi îdiaya ‘heqeret’ kiriye doz lê hat vekirin. Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz ku ji dozê berat kir wiha got: “Yên mirovan winda dikin qet nayên darizandin. Dayik û malbat tên darizandin. Heta agirê kezeba min bişewite ez ê  dest ji lêgerîna li kurê xwe û têkoşîna xwe bernedim.” DÎMEN HEYE
 
*Li Serhedê jinên yekem car diçin meclîsê diyar kirin ku wê bi nûneriya wekhev li meclîsê bibin dengê hemû jinan û bi gotinên ‘Partiya me ji bo Tirkiyeyê nûneriya erêni ye. Em ê biçin meclîsê û mafên jinan biparêzin. Em ê xebatên der barê jinan de bikin jiyanê, bibin dengê jinan. Ji bo çîroka 21 salî bi dawî bibe em ê têbikoşin’ peyama têkoşîna ji bo hemû jinan dan. DÎMEN HEYE
 
*Cîhan Kaplan li dijî dorpêçkirina Mexmûrê berteka xwe nîşan da û got:"Em dev ji Mexmûrê bernadin em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Em ê gavê paşde neavêjin." DÎMEN HEYE