Kesên li Mêrdînê hatin binçavkirin hatin berdan

  • 20:34 24 Gulan 2023
  • Rojane
MÊRDÎN- 24 kesên li Mêrdînê hatin binçavkirin piştî kar û barê îfadeyan hatin berdan.
 
Li Mêdînê duh û îro bi ser malan de hatibûn girtin û gelek kes hatibûn binçavkirin. Duh nav de rêveberên HDP û DBP’ê jî hene 17 kes hatin binçavkirin. Yên hatin binçavkirin piştî kar û barê fermandariya cendermeyan htain berdan. Beşek jî bi faliyetên siyasî hatin sûcdarkirin.
 
Li aliyê din îro jî li Kerboranê bi ser malan de hat girtin Merve Oguz yat hat binçavkirin hat berdan. Her wiha serokê DÎSK ê Mêrdînê Rahmî Guneş, hevjîna wî Şukran, birayê wî Alî, zarokên Alî Dilbirîn û Îsmaîl Guneş û Mahmut Algan yên hatin binçavkirin jî hatin berdan