Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Em xwedî li berxwedanê derkevin

  • 19:41 24 Gulan 2023
  • Rojane
ÊLIH- Meclisa Dayikên Aştiyê  bertek nîşanî dorpêçkirina Mexmûrê dan û bang kirin ku hemû kes xwedî li berxwedana Mexmûrên derkev in. 
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, têkildarî dorpêçkirina Kampa Penaberan a Mexmûrê ku ji aliyê Artêşa Iraqê ve hatiye dorpêçkirin, li avahiya meclisê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Dayika Aştiyê Sûltan Azboy axivî. Sultanê bilêv kir ku Mexmûr ji bo xwîn nerije bi salan têdikoşe û got: "Êrişên li hemberî gelê kurd, polîtîkayên komkujiyê li her çar parçeyên cîhanê bênavber didomin. Em bang li Barzanî dikin ku tiliya wî vê êrişa li ser Mexmûrê de ye dikin, êdî bes e! Gelê kurd naxwaze xwîn birije. Kî xwînê birijîne dê di binî de bimîne." 
 
Banga xwedî derketinê
 
Sultanê destnîşan kir ku Mexmûr ji salên 90'î heya niha tim bi komkujiyan re rû bi rû maye û got ku lê bi berxwedaneke mezin êriş pûç kirine. Sultanê anî ziman  ku berxwedana li kampê 5 roj in bênavber didome û got: "Li wir ji heft slaiyan heta heftê saliyan her kes li ber xwe dide. Ev berxwedan, berxwedaneke ku dê siberoja gelê kurd diyar bike. Lewma divê em hemû xwedî li vê berxwedanê derkevin."