Li Amedê jinek hat qetilkirin

  • 17:45 24 Gulan 2023
  • Rojane
AMED –Li Amedê mêrê bi navê Mehmet Denîzlî jina bi navê  Basra Denîzlî ya ku pê re zewicandî qetil kir.
 
Li navçeya Peyas a Amedê mêrê bi navê Mehmet Denîzlî, jina bi navê Basra Denîzlî ya pê re zewicandî bi çekê qetil kir.  Mehmet Denîzlî piştre hewl da întîxar bike.
 
Ekîbên tenduristî û polîsan hatin cihê bûyerê û tespîtkirin ku Basrayê jiyana xwe ji dest daye. Gumanbar Mehmet Denîzlî jî rakirin Nexwşxana Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl.
 
Cenazeya Basrayê jî rakirin Saziya Tipa Edlî. Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.