Derbarê rojnamevan Yusra Batihan de lêpirsîn

  • 16:16 24 Gulan 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Derbarê nûçegihana MA'yê Yusra Batihan de bi hinceta parvekirinên li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ên piştî erdhejên navenda wan Mereş de lêpirsîn hate destpêkirin.  
 
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Yusra Batihan de bi hinceta parvekirinên li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ên piştî erdhejên navenda wan Mereş ku 6’ê sibatê çêbûn de bi îdiaya “Agahiyên xelet li gel belav kiriye” lêpirsîn hate destpêkirin.  
 
Yusrayê ya di parvekirinên xwe de bal kişandin ser daneyên Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê û çavdêriyên rojnamevanan ên li herêma erdhejê, bi parêzerê xwe re li Amîrtiya Navenda Polîsan a Cebecî îfade da. Yusrayê, da zanîn ku parvekirin aydê wê ne û tu agahiyên xelet nedane.