'Ji bo rawestandina faşîzmê biçin deng bidin'

  • 13:59 24 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
ÎZMÎR - Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Îzmîrê ji bo di hilbijartina serokkomariyê, bi rojnamevanan re civiya û diyar kirin ku ji bo rawestandina faşîzmê divê hilbijêr biçin ser sindoqan. 
 
Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Îzmîrê ji bo di hilbijartina serokkomariyê ya ji tûra duyemîn re ma helwesta xwe zelal bike, bi rojnamevanan re di civîna taştê de civiya. Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk û Parlamenterê Îzmîrê Îbrahîm Akin, Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk, Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Amedê Serhat Eren, rêveberên HDP’ê û Partiya Çep a Kesk tev li civînê bûn. Gelek rojnamevan jî di civînê de amade bûn. 
 
Hevberdevk Îbrahîm Akin di civînê de axivî û bal kişand ser kêmasiyên di tûra ewil de û ew di tûra duyemîn a hilbijartinê de dîsa xebatek berfireh didomînin. Îbrahîm Akin da zanîn ku Partiya Çep a Kesk di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bi rolek girîng rabûye û got: “Em bi êrişên nijadperest û şoevn re rûbirû man. Me atmosferek hilbijartinê ya bêedalet derbas kir. Hindik be jî me faşîzma rejîmê da sekinandin. Ev nîvco maye. Rejîma qesrê tevî her cûre derew, hîle û tifaqa qirêj jî bi ser neket. Erdogan hê jî di nava wê fikarê de ye ku wê bi ser nekeve. Lewma jî tifaqa xwe berfireh dike. Heke muxalefet xeta siyasetek rast li pêş bixe, dikare 9 milyon hilbijêrên ku deng bikar neanîne bixe dewrê û ev mesele di tûra duyemîn de bi dawî bibe. Ji ber rayên nedarbasdar, dibe ku ev rewş di 28’ê Gulanê de biguhere. 28’ê Gulanê avantej mezin e. Lewma em dibêjin divê welatiyên me moralê xwe xera nekin û bi hêvî biçin ser sindoqan. Ji bo em faşîzmê rawestînin teqez divê em biçin ser sindoqan.
 
Divê muxalefet gotin û daxuyaniyên ku dilê hilbijêrên me dişikîne û dihêle nekin. Divê helwesta xwe ya ku çûna gelê me ya ser sindoqan ji holê radike, jê biqere. Her kesê ku dixwaze vê rejîmê biguherîne divê dest bide destên hev û wisa tevger bike. Em li vir û em ê bi hev re biguherînin.”