Li Êlihê û Îzmîrê jî pêla binçavkirinê

  • 13:41 24 Gulan 2023
  • Rojane
 
 
ÊLIH /ÎZMÎR -Li Êlihê di encama serdegirtinên malan de 3 kes û li Îzmîrê jî 12 muzîkjeneên ku eriya hilbijartinên 14'ê Gulanê tevli vekirina buroyên hilbijartin yên Partiya Çep a Kesk bûn bi sûdariya "endamtiya rêxistinê"  hatin binçavkirin.
 
Li Êlihê di encama serdegirtinên malan de welatiyên bi navên Adnan Vural, Vedat Ozer û Mazlûm Îtmez hatin binçavkirin. Her sê binçavkirî jî birin Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê û sedema binçavkirina wan nehat zanîn. Di dema serdegirtinên malan de deriyên malan hatin şikandin û gelek kes hatin derbkirin. 
 
Li Îzmîrê muzîkjen hatin binçavkirin
 
12 muzîkjenên ku beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê li Îzmîrê tevli vekirinên buroyên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk bûbûn bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin. 
 
12 muzîkjenên ku beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê li Îzmîrê tevli vekirinên buroyên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk bûbûn hatin binçavkirin. 12 muzîkjenên ku di saetên serê sibê de bi serdegirtina malan hatin binçavkirin û di nava wan de Sertan Ozdemîr, Şakîr Yîgît Ozdemîr, Cemal Emen, Ridvan Kaya, Fatîme Tandogan, Eyup Azrak, Gokhan Gonluaçik û Kadîr Yasîn Temûr hene, birin Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê. 
 
Mûzîkjen, bi kirina “Propagandaya hilbijartinê” tên sûcdarkirin.