Li Manîsa û Şirnexê binçavkirin

  • 11:11 24 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama serdegirtinên malan ên li Manîsa û Şirnexê de  gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Polîsan di danê sibehê de li Manîsa û li navçeya Hezexa Şirnexê bi ser gelek malan de girt û gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Şirnex
 
Di encama serdegirtinên malan ên li navçeya Hezex a Şirnexê de jî welatiyên bi navên Civan Karavîş, Umît Geçgel û Yûsûf Kargol hatin binçavkirin. Hat zanîn ku ciwanên binçavkirî birin midûriyeta emniyetê û sedema binçavkirina wan nehat zanîn. Tê gotin ku dibe hejmara binçavkiriyên li seranserî bajar zêdetir bibin. 
 
Manîsa 
 
Di danê sibehê de polîsan li Manîsayê bi ser malên endam û rêveberên Partiya Çepên Kesk de girtin. Di encama serdegirtinên malan ên li navçeya Saruhanliyê de rêvebera Partiya Çep a Kesk a navçeyê Gulsum Tozan û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a Manîsayê Ayşe Karagoz hatin binçavkirin. Li navçeya Yunusemreyê jî keça Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Manîsayê Hasret Çetîn a bi navê Kardelen Çetîn hate binçavkirin. 
 
Binçavkirin di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Manîsayê de hatine kirin û welatî niha li Midûriyeta Emniyetê ya Manîsayê tên ragirtin.