Tura duyemîn çima girîng e?

  • 09:05 24 Gulan 2023
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Parêzer Hediye Gokçe Baykal da zanîn ku hilbijartinên tûra duyemîn ji bo jinan hilbijartinek pir girîng e û wiha vegot: “Em di mijara maf û azadiyên xwe de bi rastî bi rîskên mezin re bi rû ne. Ji ber vê jin dema dengên xwe bi kar tînin bila baldar bin, ji bo pêşeroja xwe dengên xwe bidin.”
 
Di 14’ê Gulanê de hilbijartinên serokomarî û parlamenteriyê ya dema 28’emîn pêk hat û di hilbijartinan de tabloyek meclîsê ya demokratîk derneket holê. Ligel vê dengên tifaqa Cumhur a bloka AKP-MHP’ê bi awayekî cidî ketin. Tayyîp Erdogan di hilbijartinên serokomariyê de ket bin rêjeya ji sedî 50. Dema em binêrin nîvê civakê dixwazin ev desthilatdarî biguhere. 
 
Ji ber vê di tûra duyemîn de em dikarin bêjin ku meclîsa hatiye avakirin dikare biguhere. Tûra duyemîn ji bo jin û zarokan gelek girîng e.  Ji Komeleya Ewil Jin û Zarok parêzer hediye Gokçe Baykal mijar nirxand.
 
Tabloya meclîsê ya 14’ê Gulanê ji bo jinan bi rîsk e
 
Hediye Gokçe da zanîn ku tabloya piştî 14’ê Gulanê jin kirine fikaran û got: “Danezanên partiyên ketine meclîsê ne jinan ne zarokan esas digirin. Di danezanan de jinan davêjin plana dawî. Heta partiya Refaha Nû rûyê namzeta jin reş kiribû û wisa dabû. Huda Par û partiya Refaha Nû, hebûna wan a di meclîsê de bi rastî bi xof e. Yên piştgirî dan danezanên van partiyan gotibûn ‘em ê bi van şertan tev bigerin’. Di tifaqa Cumhur de cih girtin. Ev jî tê wateyê AKP daxwazên wan erê dike. Ji ber vê em bi xetereyek mezin re rû bi rû ne. Qanûna 6284'an di bin xetereyê de ye.”
 
Ji bo zarokan rîskek mezin e
 
Hediyeyê daxuyakirin ku partiya Refaha Nû, di heman demê de têkiliyên xwe bi cemaetê re aşkera dimeşîne û got: “Ev ji bo jin û zarokan rîskek mezin e. Zarokên bê kes revandin cemaetan. Ji bo perwerdeya ol bidin wan li dibistanên cemaetê bi cih kirin. Gelek îxbar hatin komeleya me û em li ser vê ketin tevgerê. Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê got cih ji lêpirsînê re tune ye. Bêguman bandora desthilatdariyê li ser darazê pir mezin e. Niha di meclîsê de bi nûneriya wan wê cemaet hîn bêtir belav bibin. Ji ber vê jî divê hêmayeke ku meclîsê hevseng bike hebe. An jî bi rastî rîskên mezin jin û zarokan dipên.”
 
‘Divê nêrîn komple biguhere’
 
Hediyeyê wiha dirêjî da axaftina xwe : “Me mijara nûneriya wekhev seranserê hilbijartinê anî ziman. Lê ev daxwaza jinan li ber çavan nehat girtin. Ji bilî çend partiyan di nokteya nûneriya jinan de hemû partî têk çûne. 120 parlamenterên jin ketin meclîsê. Vê jî em matmayî nehiştin. Li cihên ku jin kirin namzet di rêzên ku nedihatin hilbijartin de hatin bicihkirin. Li Meclîsê nêrîn gelek girîng e. Mînak wezîra malbatê Derya Yanik jinek e, lê tu carî helwesteke ku jin û zarokan diparêze nîşan neda. Ji ber vê zîhniyet girîng e. Çawa bi nêrîna jinê li meclîsê jin tê temsîlkirin girîng e. Ji ber vê em dibêjin ku divê nêrîn komple biguhere. Zîhniyet biguhere.”
 
‘Divê serokomarekî li alî jin û zarokan be’
 
Hediye Gokçe bal kişand ser tûra duyemîn a serokomariyê û daxuyand ku ev tabloya li meclîsê dikare bi hevserokê ku bê hilbijartin bên hevsengkirin û wiha anî ziman: “Piraniya meclîsê niha di destê tifaqa Cumhur de ye. Ev ji bo jin û zarokan rîska mezin e. Ji bo hilbijartinên din ji bo nûneriya jinan zêde bibe em ê dîsa bixebitin. Em çiqas li meclîsê zêde bin evqas baş e. Her wiha ev hilbijartinên serokomariyê jî gelek girîng in. Qe nebe serokomar li alî jin û zarokan be mafên wan biparêze wê li meclîsê jî hevsengiyek pêk bê. Di tûra duyemîn de 32 mîlyon jin dengên xwe bi kar tînin. Ev hilbijartin ji bo hemû jinan girîng e. Em bi rîskên mezin re rû bi rû ne. Divê ev pergal wisa nedome. Bila jin ji bo azadiya xwe ji bo pêşeroja xwe dengên xwe bi kar bînin.”