ROJEVA 24'Ê GULANA 2023'YA

  • 09:00 24 Gulan 2023
  • Rojev
 
*Siyasetmedarên jin, ji bo çûyîna li ser sindoqan banga li gel kirin û gotin: "Gel dixwaze pergala heyî biguhere û demokrasî bi ser keve. Ji ber vê yekê jî divê hilbijêr biçin ser sindoqan û xwedî li sindoqan derkevin, faşîzmê têk bibin." BI DÎMEN 
 
*Girtiya nexweşa giran Ayfer Ayçîçek ya 15 sale girtiye û di 17’ê Gulanê de li Nexwexana Sînîr û Derûnî ya Bakirkoy derxistin lijneyê, di peyama ku şand ji ajansa me re diyar kir ku ew li bendê rapora ATK’ê ye. Ayferê daxuyand ku yekane daxwaza wê bê tahliyekirin û dermanikirin û got ew di têkoşîna xwe de bi biryare.
 
*Parêzer Hediye Gokçe Baykal da zanîn ku hilbijartinên tûra duyemîn ji bo jinan hilbijartinek pir girîng e û wiha vegot: “Em di mijara maf û azadiyên xwe de bi rastî bi rîskên mezin re bi rû ne. Ji ber vê jin dema dengên xwe bi kar tînin bila baldar bin, ji bo pêşeroja xwe dengên xwe bidin.” BI DÎMEN 
 
*Rona Egîd têkildarî ziman û wêjaya kurdî, Kovara Rona û pirtûkxaneya ava kiriye hestên xwe anî ziman. Ronayê da zanîn zimanê dayikê bîrdanka zarokatiyê ye û got:” Zarokên dûrî zimanê xwe bin wê di civaka xwe de xerîb û biyan bin. Wêjeya zarokan û zimanê dayikê mîna gencîneyekê ne.” BI DÎMEN 
 
*Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Amedê Adalet Kaya diyar kir ku AKP bi salane destkeftiyên jinan hedef digire û partiyên li parlamentoyê dijminê jinê ne û got: “Em ê bi partiya Çep a Kesk têkoşînek pir cuda derxin holê.” DÎMEN HEYE
 
*Fehîme Poyraz diyar kir ku kujerê keça wê û bi hezaran welatiyan faşizm e û da zanîn ku ji bo deshtilatdariya AKP’ê têk biçe, divê her kes di hilbijartinên serokomariyê de denga xwe bi kar bîne û sindoqan biparêze. DÎMEN HEYE
 
* Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, bertek nîşanê êrişên li dijî Mexmûr û Şengalê dan û ji dewletên navneteweyî re banga “vê şerê bidin sekinan” kirin û gotin: “Dewletên navneteweyî çav û guhên xwe girtine. Li dijî van êrişan pêwîste em kurd bibin yek û yekîtiya xwe ava bikin.”