Li dijî binçavkirina daxuyanî

  • 18:59 23 Gulan 2023
  • Rojane
MERSÎN- Partiya Çep a  Kesk û Rêxistina HDP’a Mersînê daxuyaniyek der barê biçavkirinên li Mersînê pêk hatine de da  û diyar kirin ku ji bo dawî li rejîma yek mêr bînin wê têkoşîna xwe bi awayekî xurt bimeşînin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Mersînê bi hinceta ‘parvekirinên çapemeniya civakî’ lêpirsîn meşand û herî kêm 24 kes binçavkirin.  Parlamenterên Partiya Çep a Kesk Alî Bozan û Perîhan Koca, hevserokên HDP’a Mêrsînê, rêveberiyên partiyê û gelek kes li Parka Ozgur Çocuk hatin gel hev û daxuniyek der barê mijarê de dan.
 
Hevseroka HDP’a Mersînê Bedriye Kuş axivî û diyar kir ku desthilatdarî pêvajoya hilbijartinan de êrîşên li hember Kurdan ji xwe re kiriye wek peywir. Bedriyeyê da zanîn ku AKP’ê  22 desthilatdariya xwe bi operasyonên siyasî meşandiye û got: “Em roj bi roj zêdetir bi êrîşan re tên rû hev. Ji ber em astengiya herî mezin a li pêş rejîma yek mêr in. Lê têkoşîna me wê bi awayekî xurt bidome. Polîtîkayên wan nikarin serî bi me bidin tewandin.”