Partiya Çep a Kesk û HDP bi hemû kadroyên xwe li qadane

  • 17:56 23 Gulan 2023
  • Ramyarî
ENQERE- Partiya Çep a Kesk, HDP, HDK û KCD ji bo hilbijartinên tura duyemîn ya serokomariyê li 33 bajar û navçeyan ji bo xebatên hilbijartinê wê dakevin qadan.
 
Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)  piştî daxuyaniya der barê hilbijartinên 14’ê Gulanê ya ‘me faşîzm şûnde xist’ şûnde ji bo hilbijartinên tura duyemîn  a serokomariyê wê ji sibê şûnde xebatên hilbijartinê bimeşînin.
 
Hevberdevkên partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin, parlamenterên Partiya Çep a Kesk, namzetên nehatine hilbijartin, Meclîsa Partiyê (PM), endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK), Meclîsa Jinan, Meclîsa Ciawnan, ednamên navend û navçeyan wê ji bo tura duyemîn a xebatên hilbijartina serokomariyê li qadan xebatan dimeşînin. Her wiha HDP û pêkhateyên HDP’ê jî wê tevli xebatan bibin.