Doza destdirêjiyê ya li Berwarî hat dîtin: Bersûc nehat girtin

  • 14:10 23 Gulan 2023
  • Rojane
 
 
SÊRT - Yekemîn danîşîna doza destdirêjiyê ya li Berwariyê zarokek bi awayekî sîstematîk bi êrîşa zayendî ve rûbirû mabû hate dîtin. Bersûcê ku xwe bi îfadeyên bi nakok parast nehat girtin.  
 
Li gundê Ozîm (Gumuşoren) yê girêdayî navçeya Berwarî ya Sêrtê, zaroka bi navê B.,Ş. ya 13 salî 2 sal in bi êrîşa zayendî ya sîstematîk a Huseyîn Tapar (65) û Abdulhamît Şener (35) ve rû bi rû ma. Piştî ku bûyer derket holê malbata zarokê çû qereqolê û gilî kir. Piştî giliyê hat kirin di 8’ê mijdarê de derheqê herdu êrîşkaran de doz hat vekirin. Lê tevî dengê qeydkirî û îfadeyan jî di 11’ê mijdara 2022’yan de ji hêla dozgeriyê Berwarî biryara neşopandinê der barê dozê de hat dayîn. Malbat û parezerên malbatê li ser neşopandina dozê li dozgeriyê îtîraz kiribûn. Îtîraza malbat û parezêran ji alî serdozgeriya Sêrtê ve hate qebûlkirin û der barê Huseyîn Tapar de îdianame hate amade kirin. 
 
Danişîna yekemîn a dozê li 1’emîn Cezayê Giran a Sêrtê hate dîtin. Malbata zarokê, Navenda Mafên Jinan, Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Sêrtê, Midûriyeta Polîtîkayên Malbat û Civakî, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlementera Partiya Çep a Kesk a Sêrtê Sebahat Erdogan, Meclîsa Jinan a Partiya Demokrarîk a Gelan(HDP) a Sêrtê û gelek jin beşdarî danişînê bûn.
 
Îfadeyên bi nakok
 
Bersûc Huseyîn Tapar di danişînê de amade bû. Piştî tespîtkirina nasnameyan danişîn bi îfadeyên Huseyîn Tapar dest pê kir. Bersûc, îfadeyên li ser xwe înkar kir û wiha got: “Ez li Mersînê di berê de li Şaredariyê dixebitîm lê piştî ku jê teqawît bûm hatim gundê xwe û li wir min xaniyek çêdikir. Abdulhamît Şermet di înşaata min de dixebite. B.,Ş., ji min re xwarin dianî. Piştî ku  min dît Abdulhamît û Serhat Şarmet bi B., re samîmî dibin min wan hişyar kir. Abdulhamît piştî wê bûyerê êdî silav neda min û ji ber gotinên min ên Berfîn re bertek nîşanê min da. Malbata wan ji ber doza mîrasê ji min re neyar in. Lewra bi vê bûyerê dixwazin li ser min zextê çêkin û bi vê yekê li ser min planan çêdikin.”
 
Bersûc, diyar kir ku gava li Mersînê bûye ji hêla Abdulhamît Şermet ve qeyda dengê hatiye şandin û ev qeyda dengê pêşkeşî şandeya dadgehê kir.
 
Bavê B.,: Di navbera xwe de bazarî kirine
 
Dûvre bavê B., Abdulcelîl Şermet axivî û diyar kir ku keça wî 2 sal in bi êrîşa zayendî ve rûbirû dimîne û got: “Keça min demek dirêj xemgîn bû lê sedema wê ji me re nedigot. Rojekê Abdulhamît hat mala me û got Huseyîn keça we tacîz dike. Piştre min Huseyîn û Abdulhamît anî malê û ji wan re bûyer vegot. Lê belê herduyan jî qebûl nekirin. Huseyîn ji Abdulhamît re 10 hezar TL pere daye ku Huseyîn di îfadeyên xwe de navê Abdulhamîtê derbas neke. Hem Huseyîn hem jî Abdulhamît demek dirêj keça min bi êrîşa zayendî ve rûbirû hiştine û bi wêneyan gef lê xwarine. Hertim keça min digiriya û bi şevan dikir qêrîn. Keça min ji tirs û gefan nekariye ji me re tiştekî bêje. Piştî bûyerê keça min travma derbas kir û me ew birin nexweşxaneya beşa derûniyê. Em dixwazin herdu bersûc jî werin cezakirin.”
 
Dayika B.,: Dixwazin xwe ji sûc xelas bikin
 
Dayika B., Rahîme Şarmet jî axivî û destnîşan kir ku mijarek li ser doza mîrasê tune ye, dixwazin xwe ji sûc xelas bikin û got: “Gava keça min tenê diçû xwarinê bibe, gelek xemgîn dihat, lê gava tenê nediçû rewşa wê normal bû. Li keça min gefa mirinê xwarine û ji me re nekariye tu carî bêje. Rewşa keça min ne baş e. Em dixwazin herdu jî werin girtin û edalet cihê xwe bibîne.”
 
‘Divê îfadeyên B., ji nû ve were girtin’
 
Parezerê malbatê Haci Arsûs jî daxwaz kir ku îfadeyên B., ji nû ve were girtin û got: “B., bi salan in bi awayekî sîstematîk hatiye tacîzkirin. Ji ber travmaya bûyerê îfadeyên xwe bi awayekî aşkere nekariye vebêje. Divê B., ligel pedagogê carek din were guhdarkirin û îfadeyê wê were sitendin.”
 
Parezêra malbatê Seher Ozalp jî, destnîşan kir ku bersûc bi îfadeyên bi nakok hewl dide ku ji sûc rizgar bibe.
 
Daxwazên beşdarbûyîna dozê ya Baroya Sêrtê hate redkirin
 
Parezerên Navenda Mafên Jinan û Zarokan a Baroya Sêrtê daxwaza beşdarbûyîna dozê kirin. Daxwazên parezêran ji aliyê şandeya dadgehê hate redkirin.
 
Bersûc nehat girtin
 
Şandeya Dadgehê ji bo 5 deqîqe navberek da. Piştî navberê Şandeya Dadgehê biryara xwe aşkere kirin. Dadgehê daxwaza girtina Huseyîn Taparê red kir.
 
Doz hate taloqkirin
 
Şandeya dadgehê ji bo danişîna duyemîn Abdulhamît Şermet were amadekirin, ji bo li şahidên nû were guhdarkirin û qeydên dengan were lêkolînkirin danişîn taloqî 5’ê Cotmehê kir.