Bi operasyona navenda wê Mêrsîn e 24 kes hatin binçavkirin

  • 13:40 23 Gulan 2023
  • Rojane
 
MÊRSÎN - Di lêpirsîna bi îdiaya şandina pere ya ji girtiyan re û parvekirinên medyaya dîjîtal navenda wê Mêrsîn, li 5 bajaran hate destpêkirin de rojnamevan û rêveberên HDP’ê, DBP’ê û TUAY-DER’ê di nav de 24 kes hatin binçavkirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê bi îdiaya parvekirinên medyaya dîjîtal û pere şandina ji girtiyan re ya bi ser Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (Çûkûrova TÛAY-DER) daye destpêkirin de 24 kes hatin binçavkirin. Bi destpêkirina lêpirsînê polîsan di saetên serê sibehê de li Mêrsîn, Enqere, Antalya, Edene û Îzmîrê bi ser gelek navnîşanan de girtin. 
 
24 kes hatin binçavkirin
 
Di binçavkirinan de deriyên malan hatin şikandin. Heta niha nûçegihanê MA'yê yê Îzmîrê Delal Akyuz û Hevserokê HDP’a Yenîşehîrê Îbrahîm Kaylan, Serokê HDP’a Yenîşehîrê yê berê Emrah Denîz, rêveberê HDP’ê Devrîm Aydin, rêveberên DBP’ê Kadrî Ezel, Cengîz Dere, rêveberên TÛAY-DER’a Çûkûrovayê Esmer Ogûz, Selîm Ekîcî, Azat Taş ê ji sedî 85 astengdar, endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê ya Mêrsînê Sureyya Ceylan, Ozkan Yalçin û Beşîr Acar, Yûsûf Korkût, Nebî Korkût, Ramazan Çatûk, Ramazan Aslan, Ferhat Demîr, Îbrahîm Dûrak, Engîn Aydemîr, Erhan Beyhan, Hamza Arpaç, Mehmet Kapan û Ozkan Yalçin di nav de 24 kes hatin binçavkirin.