Hamiyet Yalçinkaya hat oxirkirin

  • 12:38 23 Gulan 2023
  • Rojane
 
 
AMED - Endama YJA Starê Hamiyet Yalçinkaya ku li Bestayê jiyana xwe ji dest dabû, li Amedê di bin dorpêça leşkeran de hate definkirin. 
 
Di navbera endamên HPG/YJA Starê û leşkerên artêşa tirk ên di 11’ê Gulanê de derketin operasyonê de li Herêma Bestayê ya Şirnexê pevçûn derket. Endama YJA Starê Hamiyet Yalçinkaya (Leyla Amed) di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wê li goristana bêkesan hatibû definkirin. Piştî ku encamên DNA’yê hev girtin, malbata Hamiyet cenazeyê keça xwe wergirt. 
 
Gora hatibû kolandin hat girtin
 
Malbatê cenazeyê keça xwe ji goristana bêkesan wergirt û ji bo definkirinê duh bi şev anîn Goristana Taxa Seyrantepe ya navçeya Bismil a Amedê. Ji bo definkirina Hamiyet gor hatibû kolandin lê gor ji hêla polîsan ve hate girtin. Polîsan bi hinceta ku qeyda Hamiyet li ser gundê Tepecîk ê Bismilê ye, destûr nedan ku were definkirin. 
 
Nasname hatin kontrolkirin
 
Li ser vê yekê malbatê cenazeyê keça xwe hilgirt û ber bi gundê lê ji dayik bûye ve kete rê. Gundê Tepecîkê û goristana gund ji hêla leşkeran ve hate dorpêçkirin. Di ketina goristanê de leşkeran kontrola nasnameyan kir û bi vî awayî destûr dan ku tev li merasîma definkirina cenaze bibin. 
 
Li gel xizmên Hamiyet, her wiha endamên Komeleya Yekitî Çand Piştgirî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), Partiya Çep a Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî tev li merasîma definkirinê bûn. 
 
Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Hamiyet di bin dorpêça leşkeran de hate definkirin.