Şêniyên Kobanê ji bo Mexmûrê meşiyan

  • 11:40 23 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Kobanê bi meşeke girseyî xwedî li berxwedana şêniyên Mexmûrê derket û berxwedana Mexmûrê silav kirin.
 
Ji bo piştgirîdayîna berxwedana Wargeha Penaberan a Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dirûşmeya "Tiştên ku hikumeta Iraqê li ser Mexmûrê dike, li dijî pîvanên mirovahî û exlaq in" bi hezaran şêniyên Kobanê, tevî rêveberên sazî û dezgehên wê daketin qadê. Gel li Qada Azadî kom bû û heta Qada Demjimêrê meşiya. Gel wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hildan û dirûşmên "Bimire îxanet" berz kirin.
 
Piştî rêzgirtina bi qasî deqîqeyekê li ser navê Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Emîne Bekir axivî got “Piştî civîna çar salan dîsa xwestin gelê kurd tune bikin. Di sedsala dawîn de, rojeva civînên di navbera dewletên dagirker ev e ku gelê azadîxwaz û berxwedêrê tune bikin. Gelê Mexmûrê di şerê Kobanê de piştgirî da me û em jî bi dil û can piştgiriyê didin berxwedaniya Mexmûrê.”
 
Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.