Şandeya Mexmûrê wê bi nûnerên NY û Iraqê re bicivin

  • 10:07 23 Gulan 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tê payîn şandeyek ji nûnerên wargeha penaberan ya Mexmûrê, bi nûnerên Neteweyên Yekbûyî û rayedarên Iraqê re bicivin.
 
Hewldanên Artêşa Iraqê ya ji bo têlkirina derdora wargeha penaberan ya Mexmûrê dewam dike. Berxwedana xelkê wargehê jî di roja 4’an de dewam dike.
 
Duh şandeya dayikan bi rayedarên Iraqê re civiyan, piştî wê carek din şandeyek din ji xelkê wargehê bi rayedaran re civiya. Di wan civînan de daxwazên xelkê wargehê ji bo rayedaran hate pêşkêş kirin. Di serdana duh de rayedarên Iraqê ji bo îro jî xwestin hevdîtinê bikin.
 
Li ser vê tê payîn îro di saet 10:00’an de şandeyek ji nûnerên wargeha penaberan bi rayedarên Iraq û nûnerên Neteweyên Yekbûyî re bicive.
 
Derbarê hevdîtina îro ku tê payîn çêbibe, Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak agahî da ajansa ROJNEWS'ê. Fîlîz da zanîn ku duh di encama hevdîtinan de, ji wan re gotin ku wê sibe jî hevdîtinek cûda çêbikin. Fîlîz got; “Piştî duh em vegeriyan, berpirsê bûroya Musilê yê Neteweyên Yekbûyî jî li me geriya, ji mere ragihand ku ew ê jî sibe saet 10:00 li wir bin, destpêkê bi rayedarên Iraqê re û piştre jî bi were hevdîtinê bikin. Îro em ê bi rayedarên Iraqê, hem jî bi Neteweyên Yekbûyî re bicivin. Daxwazên me hene, xala me a bingehî em eve, em bi ti awayî xendekên derdora wargehê û têlkirinê qebûl nakin.”
 
Fîlîz got ku ji sala 2018’an ve berpirsê Neteweyên Yekbûyî yê Musilê ku serdana wargehê nekiriye, wê îro were û bi wan re bicive. Fîlîz dawiyê de da zanîn ku ew ê piştî hevdîtinan, encaman bi raya giştî re ragihînin.