Dayika Aştiyê Gulistan Alagaş jiyana xwe ji dest da

  • 10:02 23 Gulan 2023
  • Rojane
 
 
DÎLOK - Gulistan Alagaş endama Dayikên Aştiyê di nava civakê de wek Dayika Gulê dihat nasîn, jiyana xwe ji dest da. 
 
Endama Dayikên Aştiyê Gulistan Alagaş di nava civakê de wek Dayika Gulê dihat nasîn 45 roj beriya niha felca mejî derbaskir û li nexweşxanê dihat tedawîkirin. Gulistana ku 2 hefteyan li nexweşxanê ma, li malê di nava nivînan de bû.  
 
Têkoşîna Dayika Gulê di sala 1990’an de destpê kir. Di sala 1993'yan de li gundê Erkent a Berwariya Sêrtê piştî leşker bi ser gunde girt ji neçariyê koçberê Edeneyê bû. Li Edeneyê jî Dayika Gulê têkoşîna xwe berdewam kir. Gulê her tim bû hedefa dewletê. Kurê Gulê yê ku tevlî PKK'ê bû di sala 1999'an de dema Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tînin Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dide, lê heta îro jî cenazeyê wî nehatiye dîtin. Dayika Gulê gelek caran li dijî tecrîdê û ji bo rewşa girtiyan tevlî grevên birçîbûnê bû. 
 
Dayika Gulê ya ku tu carî dev jî têkoşînê berneda tevlî Çalakiya Mertalên Zindî jî bû. Tevlî meşên Cûdî û Qesaba Newala bû. Herî dawiyê jî di Qetlîama Garê ya Enqerê de ji çîpê xwe birîndar bû. 
 
Gulîstan Alagaş ango Dayika Gulê piştî ku felç derbas kir li malê di nav nivînan de bû û duh jiyana xwe ji dest da. Şîna Gulistanê dê li taxa Gazîkent Burak a navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê bê dayîn.