Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin

  • 09:17 23 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan di danê sibehê de bi awayekî hemwext bi ser avahiya TUAY-DER a Çukurovayê û gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Îro di danê sibehê de leşker û polîsan li navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên li gundê Menderê yê Nisêbînê de Hevserokê HDP’a Nisêbînê yê berê Şiyar Koç, keyayê gund Faris Alak û welatiyê bi navê Firat Demîr hatin binçavkirin. 
 
Li navçeya Qoserê jî Hevserokê DBP’a navçeyê Mahmût Damar û welatiyên bi navên Metîn Yilmaz û Samî Îldem hatin binçavkirin. Hat zanîn ku lêpirsîn bi îdiaya “alîkarîdayîna rêxistinê” hatiye destpêkirin. Tê gotin ku hejmara binçavkiriyan dibe zêdetir bibe.
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de polîsan li bajarên Mêrsîn, Enqere, Antalya, Îzmîr û Edeneyê bi awayekî hemwext bi ser 28 navnîşanan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) û xizmên girtiyan hatin binçavkirin. Lêpirsîn bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” û “Alîkariya madî ya bi girtiyan re” hatiye destpêkirin û di vê çarçoveyê de bi ser avahiya TUAY-DER Çukurovayê de hate girtin. Hat zanîn ku lêgerîna li avahî hêj berdewam e. 
 
Navên çend kesên hatin binçavkirin wiha ne: Rêveberê Çukurova TUAY-DER’ê Selîm Ekîcî, Cengîz Dere yê DBP’î û Kadrî Ezer.