Balafira keşfê li ser Mexmûrê digere, li Şengalê êrişa SÎHA'yê

  • 09:17 23 Gulan 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirek keşfê ji duh bi şev ve bê navber li ser wargeha penaberan ya Mexmûrê bi nizmî digere. Danê siharê balafirek keşfê jî malek li gundê Xelef ya ser bi Herêma Barê ya Şengalê bombebaran kir.
 
Artêşa Iraqê cara duyem ji 20’ê Gulanê ve hewl dide derdora wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi têlan dorpêç bike. Xelkê Mexmûrê li dijî hewldana dorpêçê li ber xwe didin.
 
Balafirek keşfê ku nayê zanîn girêdayî kîjan welatî ye, ji duh bi şev ve bi nizmî li ser wargeha penaberan ya Mexmûrê digere.
 
Di van kêliyan de jî liv û tevgera balafira keşfê bi nizmî dewam dike.
 
Balafira keşfê li gundekî Şengalê malek bombe kir
 
Danê siharê balafirek keşfê jî malek li gundê Xelef ya ser bi Herêma Barê ya Şengalê bombebaran kir.
 
Li gorî agahiyên ji nûçegihanê me hatine standin, di saetên siharê de balafirek keşfê ya dewleta tirk, malek li gundê Xelef a ser bi Herêma Barê ya Şengalê, bombebaran kiriye.
 
Nehat zanîn bêka di encama êrişê tiştek bi kesê hatiye yan na.