Şadiye Manap: Ez bawer im wê gel welatekî bi rûmet biafirînin
- 09:04 23 Gulan 2023
- Rojane
Marta Somek
STENBOL - Şadiye Manap a ev 30 sal in girtiye û roja wê bihata tehliyekirin hat binçavkirin name ji ajansa me re şand. Şadiye di nameya xwe de wiha got:"Ez bawer im wê gel welatekî bi rûmet biafirînin."
Di 1'ê Kanûna 1992'yan de Şadiye Manap li Rihayê hat binçavkiirn û li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya (DGM) Amedê hat darizandin. Bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" cezayê muebbetê li Şadiya hat birîn. Şadiye li girtîgehên wekî Riha, Mîdyad û herî dawî li Girtîgeha Jinê ya Gebzeyê hat girtin. Di 1'ê Kanûna 2023'yan de divê Şadiye bihata tehliyekirin lê belê bi hinceta lêpirsîneke di 2020'î de ji aliyê Muduriyeta Emniyetê ya Kocaeliyê hîn nehatibû berdan hat binçavkirin. Îddianameya bi iddiaya "avakirina rêxistinê û birêvebirina wê" hat amadekirin li 2'yemîn Girtîgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê hat qebûlkirin. Dozger xwest Şadiye bi "endamtiya rêxistinê" bê cezakirin. Wê di 1'ê Hezîranê de rûniştina biryarê bê dîtin.
Şadiye ya li Saziya Înfazê ya Cezayê Ewlehiya Bilind a Tîpa F a 1'emîn a Kocaeliyê tê girtin pirsên JINNEWS'ê bersivand.
*Hûn li ku ji dayik bûn û hûn çend salî ne? Hûn kengî hatin binçavkirin û li ku hatin binçavkirin?
Ez di 1968'an de li Gundê Xuşxuşikê yê Hîlwana Rihayê ji dayik bûm. Ez di zivistaneke dijwar de ji dayik bûme. Li gel me ji vê salê re digotin "Sala zêde berf dikeve". Ew sala sar nedihat jibîrkirin. Şoreşger ji bo vê salê dibêjin "sala dem zêde bêhna ve vedide". Loma jî ji ber ez vê salê ji dayik bûme ez xwe bi şand dibînim. Saleke şoreşger e! Di nasnameya min de dîroka rojbûna min 01.01.1966 hatiye nivîsandin.
Di 1'ê Kanûna 1992'yan de li Hîlwanê hatim binçavkirin. Li Rihayê di bin çavan de mam. 3 hefteya di bin çavan de mam. Li gor wê demê em dikarin bêjin ez kêm jî mam. Çimkî gelek mirov mehekê yan jî du mehan di bin çavan de diman. Heta hinek kes sê mehan dimînin.
Wexta hatim girtin min birin Girtîgeha Tîpa E a Rihayê. Ez li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya (DGM) Amedê hatim darizandin. Min ji maddeya 125'an ceza girt. Dadgeh û çûna me ya nexweşxaneyê bê bûyer derbas nedibû.
*Hûn dema girtîbûn hûn qet hatin sirgunkirin, di vê demê de çi hat serê we?
Di 1996-97'an de li Girtîgeha Rihayê hejmara me gelekî kêm bû. Belkî wê demê sedema esil rewşa siyasî bû. Çimkî li Girtîgeha Amedê deh girtî bi komkujiyê ji jiyanê hatin qutkirin. Zext zêde bûn. Me nikaribû hilm bigirta. Di dîroka me ya girtîgehê de cara ewil me bi pere sewq xwest. Di 1'ê Cotmeha 1997'an de em pênc kes birin Girtîgeha Midyad / Mêrdînê. Li Girtîgeha Mîdyadê salên dirêj mam. Di 2012'an de em deh kes sirgunî Girtîgeha Jinê ya Gebzeyê hatin kirin.
*Piştî 30 salî şûnde tam hûn ê tehliye biban hûn hatin binçavkirin. Hûn dikarin behsa vê serdemê bikin?
Li Girtîgeha Gebzeyê deh salan mam. Di berbangeke kanûnê de hatibûm Girtîgeha Gebzeyê. Ez ê bihatama berdan lê belê nebû. Ji bo niha! Emrê mirovan 60,70 an jî 90 e. Lê belê divê mirov xwediyê heqîqeteke ku emrê te jî derbas dike be. Di girtîgehê de min qet saet nejmart, min negot vaye hindik ma. Di çend salên dawî de bi taybet di sala dawî de mijara tehliyeyê bandor li jiyana me kir. Wexta dema tehliyeyê nêz dibû rûtînên me yên ji her awayî jî xira dibû. Ez behsa jiyana rojane yan jî elimandinên rojane nakim. Ez behsa teşeyê fikirandinê behsa hestan dikim. Zindan ne tenê dijmirovî ye di heman demê de li dijî xwezayê ye jî.
Em dikaribûn bihatana îdamkirin
Mirov ji bo bikaribe girtina 30 salî ragire divê xwediyê heqîqetekê be. Û dêmek bi girtina 30 salî kirina empatiyê hema bêje ne pêkan e. Dîsa jî hewldana famkirinê mirov dike xwedî wijdan. Dema em 30 sal berê ketin girtîgehê pir zor bû ku em bifikirin em ê 30 salî di girtîgehê de bimînin. Wekî gotina diya min divê me deriyê xwe bilind bikira. Ango em kêm zêde di wê ferqiyê de bûn ku em ketine nava têkoşîna jiyanê. Lê belê mayina sî salî ya di girtîgehê de tiştekî din bû. Em dikiribûn bimiran, em dikaribûn bihatana îdamkirin. Lê belê mayina sî salî ya di zindanê de di gotinê de realîst lê di tasavurê de ji îhtimalê dûr bû.
Ez di wê baweriyê de bûm ku wate di hêza jiyanê de ye
Li gor texmîna me kêsn me kirin nava çar dîwaran jî bawer nedikirin ew ê sî sal biqedin û em ê tehliye bibin. Wekî gelek hevalan min jî qet sal nejimartin. Ji bo ez demekê bi dawî bikim ez nesekinîm. Ez di wê baweriyê de bûm ku wate di hêza jiyanê de ye. Ez bi vê baweriyê jiyam. Min xwest ez bi vê hêzê bijîm. Bi nêzîkmayina tehliyeya min û yên wekî min hem ji eniya me hem jî aqilê me sî sal in di girtîgehê de hiştiye gelek guhertin çêbûne. Geşedanên di salên dawî de û polîtîkayên pêvajoyên din bi vê re jî eleqedar e.
Hestê zindan û tehliyeyê
Di salên dawî de tehliyeyê bandor li ser jiyana me kir. Ez dibêjim jiyana me çimkî em wekî nifşekî girtîne. Îfadekirina hestên vê sala dawî zehmet e ku ez wekî hestên xwe îfade bikim. Li holê çiqasî hestên takekesî mane ne bawer im. Piştî ewqas dema dirêj şûnde mirov fam dike ku girtin dibe xwediyê wateyeke civakî. Mirov dibîne ku di hestên tehliyekirinê de hevparî heye. Her halde mirov ji kîja hevalên ku 30 salî di girtîgehê de maya bipirse wê heman bersivê bide.
Zindan li dijî xwezayê ye
Bi sîstem û sepanê xwe girtîgeh tenê hebûna civakî ya mirovan seqet nake, nakuje têkiliya mirov a bi xweza û gerdûnê qut dike. Mirov ne tenê di warê siyasî, civaknasî di warê rihî, biyolojîk û kimyewî jî xirab dike. Sedema pênasekirina Dostoyevski ya girtîgehê wekî "maleke mirî" pênase dike jî dibe ku ji ber vê be. Ahmet Arif loma pîvaza şîn a kesê hatiye hevdîtina wî dike mijara helbestên xwe.
Divê maneya heqîqetê hebe ku tu 30 salî bikaribe derbas bike
Di rastiya zindanê ya bi vî rengî de ji bo mirov sî salî bijî divê çi bike hebûna xwe bispêre ku? Divê wateya heqîqetê hebe. Divê maneya heqîqetê hebe ku tu 30 salî bikaribe derbas bike. Divê mirov bikaribe hukmî hesret, bêrîkirin, pêdiviyên xwe bike. Dema ez bi rojeva tehliyeyê rû bi rû mam min ev ferq kir. Ez bawer im ev ji bo gelek hevalî derbasdar e. Tu xwe ji hestên wê te dîn bikin xwe dûr dixe. Ji bo mirov sebir bike. Piştî baran kişandina bêhna axê tiştekî çawa ye? Guhdarkirina dengê kortelekê ya li serê çiyayekî, çandina tiştekî ya li ser axê ya di bin taveke tûj de, rûniştina li ber avê û guhdarkirina li xwezayê tiştekî çawa ye?
Me 30 sal bi hev re derbas kir
Min ferq kir ku min gelek tişt di xwe de hiştiye, min ferq kir min hewl daye ku dest gelek tiştî nedim. Tehliyeya nêz bû tevgerek di vî warî de çêkir. Ez êdî ne ya 30 sal berê bûm. Tehliye jî êdî ne tehliyeya 30 sal berê bû. Bêguman malbata min, xizmên min, hevalên min, dostên min bi kelecanekê li hêviya berdana min bûn. Ji bo min jî heman tişt derbasdar bû. Fikirandina wî jî kelecanek dida avakirin. Lê min dizanîbû wekî vê kelecanê êşek jî li hêviya min e. Di serî de dê û bavê min gelek kes min dizanîbû ez ê êdî wan nebînim. Min li ku binihêrta min ê mezel heta miriyên bê mezel bidîta. Ya bi tenê dilê min giran dikir ne tenê ev bû. Tiştên ku min ê li dû xwe bihiştana hebûn. Me bi hevalên xwe re sî sal li vê mekanê derbas kiribûn. Bi hinekan bi caran em ji hev veqetiyan lê em dîsa hatin gel hevdu. Lê belê kesên em bi hev re li heman girtîgehê neman jî hebûn. Lê em di wê hişmendiyê de bûn ku em hestên gelek tiştî bi hev re jiyane.
Gelek girtiyan jiyana xwe ji dest dan
Di salên dawî de rewşa zindanan her diçe girantir dibe. Kesên cezayê giran girtine hejmara wan zêde bûne. Gelek hevalên me cezayên giran girtin. Ez dizanim gelek girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Min hinek ji nêz ve nas dikir. Ez bûm şahidên hinekan. Înfaza gelek hevalên me hatin şewitandin. Hinek kesên bi min re ketin zindanê tabûtên wan derketin. Ew ê li malbat û hezkiriyên xwe venegeriyan. Hinek wê kengî derkevin ne diyar bû. Ez ne berpirsiyarê vê bûm lê belê dema ez li tehliyeya xwe difikirîm giraniya vê ya li ser min bû. Hevalên derdikevin jî kêm zêde vêya hîs dikin.
Derketina me ya sî salî şûnde jî talûke dîtin
Dema em ji eniya kesên wê sî sal şûnde derkevin vêya binirxînin divê em kesên ku zindanan wekî qada desthilatdariya xwe dibînin jî binêrin. Derketina me ya sî salî şûnde jî talûke dîtin. Û bi ecele ketin lêgerîna astengkirina tehliyeyan. Cezayên girtîgehan, şewitandina înfazan, sepana lijneya çavdêriyê bi vana re eleqedar e. Ji bo tehliyeya her hevalên 30 salî di girtîgehan de mane asteng bikin ketin nava hewldanan. Hinek caran jî bi awayekî plankirî tehliye hatin astengkirin.
*Hûn girtina xwe ya piştî 30 salan çawa dinirxînin? Hinceta girtina we çibû? Di demên dawî de înfaza gelek girtiyan tên şewitandin. Tehliyekirina girtiyên 30 salan di girtîgehan de mane tê astengkirin. Armanca vêya çiye?
30 sal in ez di girtîgehê de me. Ez di nava van 30 salan de bûm şahidê bi deh hezaran rewşên antî-demokratîk. Di 1990'î de di bin îşkenceyê de îfadeya me hat girtin. Em dadgehên darbeyê li DGM'yê hatin darizandin. Sepanên di vê serdemê de kêfî bûn. Niha jî mafê tehliyeya 30 salî şûnde tê xwestin ji holê bê rakirin.
Armanca bêrûmetkirin e
Ez di wê baweriyê de me ku gel têra xwe pratîka “Lijneya Çavdêriyê” fam nake. Ji ber ku ez di wê baweriyê de me ku ev kiryareke wiha ya dijhiqûqî ya ku bi armanca bêrûmetkirin û bênasnamekirinê tê kirin, di tu qanûnê de cihê xwe nîne. Ev rewşek e ku divê di tu qanûnê de cih negire ku komek ku pîşeya wan ne dadwerî ye, bi dîtina cezayê ku Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya 30 sal berê têr nake, rê li ber berdanê bigire. Li gelek girtîgehan, li girtîgeha ku niha ez tê de me, girtiyên ku ji ber vê sedemê nayên berdan hene. Rewşa min bi xwe jî herî kêm bi qasî bêhiqûqiyê dihewîne. Di sala 2020'an de, bêyî ku biryara girtinê ji bo kesek were dayîn, lêpirsînek ji sedan kesan re hate vekirin. Di 6’ê tîrmeha 2021’ê de îfadeya min ji aliyê dozgeriyê ve hat girtin. Paşê dema ku ji min mînaka nivîsandinê hat xwestin, min destnivîsa hazir a parêzerê xwe xwest. Tevî ku heta roja ez hatim berdan bi tu awayî nehatibû xwestin jî, mijara girtina nimûneya nivîsandinê weke hinceta binçavkirinê di rezervan de ma. Bi guhertina dozgerê dozê, îfadeya ku min li dozgeriyê dabû, guh neda û beriya ku ez bêm berdan hefteyek birin lijneya çavdêriyê ya girtîgehê. Dozger diyar kir ku ti astengî li pêşiya berdana min nîne.
Malbata min bi hêvî li deriyê girtîgehê dinêre...
Lijneyê bi belgeya "rewşa baş" biryara berda min da. Roja ku ez hatim berdan, ez di sê lêgerînan de derbas bûm û derketim baxçeyê girtîgehê. Malbata min li derve li ber deriyê girtîgehê li benda min bûn. Dema ku têkiliya min bi girtîgehê re qediya û ez ber bi deriyê girtîgehê ve çûm ku derkevim, polîsên cil û bergên sivîl dora min girtin û diyar kirin ku biryara binçavkirinê heye. Piştî 30 salan ez bi maşîneya polîsan bi kelepçe ji deriyê girtîgehê derketim. Camên maşîneyê reş bûn lewma, yên ji dervê min nedîtin, lê min li derve didît. Dema em ji deriyê girtîgehê derketin, min dît ku malbata min hê jî bi hêvî li deriyê girtîgehê dinêre û li benda derketina min e. Ji bo vî welatî bi êş bû. Ji ber ku ez di girtîgehê de bûm, dikaribû bi hezaran car nimûneyên nivîsandinê bihatana girtin, ger bi sedan caran were xwestin dikaribû ji bo min biryara girtinê derketa. Di nava 5 rojên ku ez li midûriyeta polîsan mam, hewl hat dayîn delîlên sûc bên derxistin. Hat îdiakirin ku eşyayên min ên ku min bi xwe re ji girtîgehê birin, bi min re nehatine lêgerîn û piştre di nav eşyayên min de belgeyên rêxistinê jî hene. Ez 30 sal girtî mam, lê dema ku ez ji qereqolê hatim berdan û gelek caran li ber deriyê edliyeyê provaya min hat kirin, wek ku ez hatim girtin pêşandanek hat çêkirin û tomarkirin. Îdîanameya der barê min de bi lez hat temamkirin.
Nameyên bi sernavê ‘oxirbe’ wek sûc hat nîşandan
Ez bawerim ne tesaduf e ku roja danişîna min wek 10'ê gulanê hat destnîşankirin, ango çar roj beriya hilbijartinê. Her helbest, her kilamek, her çîrokek di defterên min de, heta nameyên ku hevalên min ji bo xatirxwestinê bi gotina "oxirbe" nivîsandine, hewl didin wekî hêmanên sûc bên nîşandan. Tu eleqeya vê rewşê bi hiqûqê re nîne. Çalakî û kirin tune. Ne propaganda, ne jî sûc. Ji ber ku nivîsên min ên edebî, hunerî û teorîk nehatine şandin, parvekirin û heta çapkirinê hemû jî di girtîgehê de hatin lêkolînkirin. Dixwestin ceza bidin min. Ji bo demokrasî û mafên mirovan xetereye. Tu eleqeya wê bi min re wek kesek nîne.
*Niha rewş û derûniya we çawa ye? Hûn dikarin behsa jiyana xwe ya girtîgehê bikin?
Bi salên 2000’î û pêkanîna Tîpa F re, berdan an jî neberdana girtiyên nexweş ket rojevê. Ji sala 2012-23’yan û vir ve rojeva me jî berdewam e. Di van salan de bi hezaran girtî jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran girtî jî nexweş ketin. Pêwîst hertim di rojevê de bimîne ev rojev. Şert û mercên girtîgehê li ser bingeha rizîna derûnî, ruhî, bedenî, civakî û bêparbûna ferdiyetê her roj girantir dibin. Ev tenê ji bo girtiyên siyasî derbas nabe. Dema ku li ser girtiyên siyasî bi awayekî sîstematîk, bi armanc û îmhayê tê sepandin, heman tişt ji bo girtiyên edlî jî tê kirin.
Girtî tên cezakirin
Bi rastî, di zindanên ku em tê de dijîn de, em mînakên girtiyên edlî dikarin bidin; girtiyên ku ne xwedî hêza raman, hişmendî û giyanî, ne ku xwe biparêzin, xwe dikujin, dîn dibin, êrişkar dibin. Ev mijar bi polîtîkaya dewletê ve girêdayî ye. Dewlet di rewşa xwe ya îro de, kirinên neqanûnî an jî ramanên kesane bi mehkûmkirina mirovan bi xwe ceza dike û red dike. Ji ber vê yekê, kesên di nav nivînan de û ji bilî nefesê tu çalakiya wan tune, heta nefesa xwe ya dawî di girtîgehê de dihêle.
*Li girtîgehê bi hezaran girtiyên nexweş ên giran û nexweş hene. Li girtîgehan gelek binpêkirinên mafan tên jiyîn û têkoşîna girtiyan jî berdewam dike. Weke girtiyek jin a ku di nava vê têkoşînê de cih digirî, li hemberî bêhiqûqiya ku hûn dijîn ji civakê re dixwazin çi bibêjî? Peyamek te heye?
Gelo peyama min ji civakê re çi be? Em hemû parçeyek ji vê rastiya civakî ne. Ger welatê me êşa nebûna demokrasî, azadî, xizanî û tenêtiyê dikişîne, para me hemûyan tê de heye. Di rastî û heqîqeta civakî de tu tişt ji hev qut nabe. Li cihekî ku desteserkirina mafan û zext lê zêde be, kes nikare azad û demokratîk be. Li welatekî ku girtîgeh wiha ne, civak jî wisa ye! Gelê ku ji padîşah û dîktatoran pir hêrs dibe, divê li xwe binêre. Ji ber ku bêyî bindest, zalim nikarin bijîn. Bêyî bindest, padîşah nikarin bijîn. Bêyî bêdeng, dîktator nikarin bêtir bijîn.
Kes li şûna me azadiyê naparêze
Kes nayê li şûna me demokrasî û azadiyê naparêze, jiyaneke nû û xweş ji me re ava nake. Ez di wê baweriyê de me ku li welatekî ku civak jiyana xwe ya hevpar, demokratîk hembêz bike û aştî û yekitiya xwe ya bi rûmet ava bike, ji her bajarî re nabe zindan. Sûc, sûcdar, zindan û girtî jî wê kêm bibe. Ez di wê baweriyê de me ku welatekî wisa mumkun e, ku gelên me dikarin wî biafirînin. Hema gava firsend derket ku ji bo vê gavê bavêjin: Dê Bismîllah! Ez dibêjim."