ROJEVA 23'YÊ GULANA 2023'YAN

  • 09:00 23 Gulan 2023
  • Rojev
 
*Newroz Uysal Aslan ku li Şirnexê ji Partiya Çep a Kesk parlamenter hat hilbijartin, destnîşan kir ku ew ê di tûra dûyemîn de vê pergala heyî hilweşînin û got ew ê bi deng û rengê jinê di parlementoyê de cihê xwe bigirin. DÎMEN HEYE
 
* Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Xantûr Kara, diyar kir ku ji 20'ê mehê heta îro xelkên Mexmûrê li ber xwe didin û got: "Em ewlehiya xwe radestî Iraq û PDK'ê nakin. Çi ji destê me bê em ê bikin û em bang li raya giştî dikin derbarê mijarê de hişyar bin." BI DÎMEN 
 
*Şadiye Manap a ev 30 sal in girtiye û roja wê bihata tehliyekirin hat binçavkirin name ji ajansa me re şand. Şadiye di nameya xwe de wiha got:"Ez bawer im wê gel welatekî bi rûmet biafirînin."
 
*Kezban Konukçu Kok, a ji Partiya Çep a Kesk weke Parlamentera Stenbolê hat hilbijartin, destnîşan kir ku di tûra yekemîn de desthilatdariya AKP-MHP'ê têk çû û rêxistina gelan bi ser ket.  Kezbanê anî ziman ku rêya hilweşandina faşîzmê bi têkoşîna hevpar a kolanan û ser sendoqê pêkan e û got, “Em ê li Meclîs û kolanan têkoşîna jinan mezin bikin. Ji bo ku serokê faşîst winda bike divê em biçin ser sindoqan.” DÎMEN HEYE
 
*Rêvebera MED TUHAD-FED’ê Safiye Akdag, anî ziman ku li gor tespîtên wan 300 girtiyên nexweş ên giran hene û destnîşan kir ku ATK bi awayek alîgir nêzî girtiyên siyasî dibe. BI DÎMEN