Sê partiyên Başûr ji bo Mexmûrê bang li hikûmeta Iraqê kirin

  • 15:24 22 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Sê partiyên Başûrê Kurdistanê di bin sêwana Desteya Karên Hevpar a Çepên Kurdistanê ji bo Kampa Penaberan a Mexmûrê bang li hikûmeta Iraqê kirin ku dev ji kontrolkirina kampê berdin û rêz ji hiqûqa penaberan re bigirin.
 
Di sibeha 20’ê Gulanê de artêşa Iraqê bi rêjeyek zêde ya wesayîtên zirxî û leşker ve berê xwe dan Kampa Penaberan a Mexmûrê ji bo bikevinê, têl û kuleyan danin. Li ser vê yekê ev sê roj in xelkê kampê di nobedê de ye, li ber xwe dide.
 
Li ser vê yekê Partiya Demokratîk Gel a Kurdistan, Partiya Zehmetkêşan a Kurdistan û Hîzba Şûî ya Kurdistanê di bin navê Desteya Karê Hevpar a Çepên Kurdistanê daxuyaniyek hevpar li ser hewldana Iraqê ya dorpêçkirina Mexmûrê û danîna têlan, dan. 
 
Di daxuyaniyê de hewldana artêşa Iraqê ya dorpêç û danîna têlkirinê dorî wargehê şermezar kir û got: “Ev çend roj in artêşa Iraqê dixwaze bikeve nava kampê û kontrol bike. Kampeke ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve tê parastin û tevî vê jî bi dehan car dewleta tirk êrîş li ser kiriye û di van êrîşan de jin û kal, zarok bûne qurbanî. Li ser van êrîşan Hikûmeta Iraqê ti helwest nîşan nedaye. 
 
Di dewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dema êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser herêmê xelkê kampê û hêzên pêşmerge lehengiyek mezin nekiriba, wê weke deverên din di qirkirinê re derbas bibûna. Heta niha jî xeteriya DAÎŞ’ê li ser vê herêmê heye û taybet li ser kampê heye.
 
Di dewama daxuyaniyê de ev hewldan weke helwdaneke derhiqûqî ya navneteweyî û taybet li dijî mafê penaberiyê û xelkê kampê ye.
 
Di daxuyaniyê de bal kişand ser metiriyên êrîşên dewleta tirk a li ser kampê û got: “Kontrolkirina kampê ji aliyê artêşa Iraqê ve metirsiyê zêdetir dike û xeterî zêdetir dibin.”
 
Herî dawî di daxuyaniyê de daxwaz ji Iraqê û aliyên berpirs tê kirin ku vê metirsiyê li ber çavan bigirin, dest ji kontrolkirina kampê berdin, rêz ji hiqûqa û qanûnên taybet ên penaberan re bigirin û got: “Daxwaz ji NY'ê dikin ku bi erk û berpirsyariyên xwe yên parastina kampê ku di bin kontrola wan de hatiye avakirin bînin û jiyana welatiyên kampê biparêzin.”