'Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 791 roj in didome

  • 15:16 22 Gulan 2023
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 791 roj in li ber Edliya Rihayê didome. Malbatê di çalakiya îro de ev peyam da: "Heke ev edaleta ku parastina mezlûman nake, ev ne edalet e îşkence ye." 
 
Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 791’an de berdewam kir.
 
Malbata Şenyaşar serê sibê hat li ber Edliya Rihayê û pankarta "Ji bo Malbata Şenyaşar edalet" vekir, çalakiya xwe da destpêkirin. Malbatê li ser medyaya dijîtal ev peyam da: "Heke ev edaleta ku parastina mezlûman nake, ev ne edalet e îşkence ye. Nobeta me ya edaletê 791 roj in didome."